Ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş û bagera dijwar, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di nav qadên xwe yên rayedar de 370 darên ji cureyên cuda zirar dîtin.
Li Amedê ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş ên duh, li park, refuj û xaçerêyên navçeyên Baxlar, Kayapinar, Sûr û Yenişehirê yên ku girêdayî Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan in, 370 darên ji cureyên cuda zirar dîtin.
Tîmên Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, ji bo ku darên ji ber bahozê şikestî û ji kokê hatine derxistin zirarê nedin ewlehiya trafîk û peyayan, ketin nav tevgerê û darên di qada xwe ya berpirsiyariyê de tehliye kirin.
Di xebatên tehliyekirinê de ku hemû xebatkarên qadê ji bilî ekîba kesaxê cih girtin, darên şikestî û zirar dîtî li welatiyên hewcedar hatin belavkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê di demsala çandina şitilan de li şûna 370 darên zirar dîtî darên nû biçîne.