Di 10. Festîvala Şanoyê ya Amedê de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat organîzekirin, karakterê Bekoyê Ewan ê ku di destana Memê Alan a berhema edebiyata gel a ku bi çanda dengbêjiyê ji nifş bi nifş hatiye veguhestin û heta roja me hatiye, û her wiha di berhema nemir a Ehmedê Xanî ya Mem û Zînê de derbas dibe, bi performansa Şanoya Nû ya Batmanê derket pêşberî temaşevanan.
Di çarçoveya 10. Festîvala Şanoyê ya Amedê de ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞBAŞT) ve hat organîzekirin, lîstika Bekoyê Ewan a Şanoya Nû ya Batmanê hat pêşandan. Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş jî temaşevanên lîstikê bû û lîstikê ji aliyê hezkiriyên şanoyê ve eleqeyeke mezin dît.
Di lîstika ku li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê hat pêşkêşkirin de, Mem û Tacdîn plan dikin û derman didin Beko û wî radizînin. Dema ku Beko şiyar dibe, li qesra mîr, bi cilên mîr li ser xwe û hemû kes bi rêzdarî li ber destên wî rawestiyane dibîne û şok dibe û di nav lîstikê de lîstikeke din dest pê dike. Piştî demekê Beko xwe mîr dihesibîne û hemû hîle û fesadiyên ku berê kiriye eşkere dike.
Îhsan Arat derhêneriya lîstikê kiriye, werger û alîkariya derhêneriyê Yakup Selîmoglu kiriye. Di lîstikê de Yakup Selîmoglu, Hasan Bayam, Serdar Biçimli, Kenan Demir, Burhan Afşin, Murat Kurhan, Mehmet Sevilgen, Gurbet Çelik, Hasret Selimoglu, Maria Ata û Kenan Atalay rol girtin.
Piştî pêşandanê, ji aliyê şanoger Şîrîn Alma ve plaket li lîstikvanan hat dayîn.