Hevşaredar Bucak, beşdarî panela 'Jin di avakirina aştiyê de' bû

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî panela bi navê "Jin di Avakirina Aştiyê de" bû ku ji aliyê rêxistinên kar û pîşeyê ve hatibû organîzekirin.

Li Amedê ji aliyê meclisên jinan ên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Dewletê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK), Yekîtiya Odeyên Muhendis û Mîmaran a Tirkiyeyê (TMMOB) û Odeya Bijîşkan ve panela bi navê "Jin di Avakirina Aştiyê de" hat lidarxistin. Di panelê de ku li Navenda Çand û Kongreyan ya ÇandAmedê hat lidarxistin, Hevseroka Şaredariya Mezin Serra Bucak û gelek jin beşdar bûn.

Panel, piştî axaftina vekirinê bi rûniştinan berdewam kir.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31