Print this page

Lîstika 'Rûtbûn' hat lîstin

Di Festîvala Şanoyê ya Amedê ya 10'an de ku ji aliyê Şaredariya Mezin a Amedê ve hatiye organîzekirin, lîstika bi navê Rûtbûn a Şanoya Goran ku ji Silêmaniyê hatiye, bi şêwezarê Soranîya Kurdî hat pêşkêşkirin.

Festîvala Şanoyê ya Amedê ya 10'an ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin a Amedê (DBŞT) ve tê organîzekirin, berdewam dike. Mêvanên îro yên Navenda Çand û Kongreyan a ÇandAmedê, Şanoya Goran bû ku ji Silêmaniyê hatibû.

Di lîstika Rûtbûn de ku ji aliyê nivîskarê Polonî Sławomir Mrożek ve hatiye nivîsîn, ji aliyê Dr. Fazil Caf ve hatiye wergerandin û ji aliyê Goran Muhammed ve hatiye birêvebirin, Goran Nami û Goran Muhammed rol girtin.

Lîstik, bandora ramanên radîkal û sîstema popûlîst li ser îradeyê û sînordarkirina qada azadiya îfadeyê di sînorên erdnîgarîyên modern ên vê demê yên cemidî de radixe ber çavan.

Di heman demê de, behsa tunebûna îrade û hêzê ya du karakterên ronakbîr û nivîskar dike ku ji bo sedemeke nediyar hatine şandin bo cihekî nediyar û ji bo demeke nediyar hatine girtin. Tê pêşkêşkirin bo temaşevanan ku çawa azadiya takekesî bi awayekî zalimane û bêyî ku mafên takekesî di civakê de bên berçavgirtin, tê sînordarkirin.

Piştî pêşkêşkirinê, ji aliyê Rêveberê Beşa Parastina Zimên a Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî Tahir Baykuşak ve plaket hat dayîn lîstikvanan.

 

Image Gallery