Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya Hefteya Astengdaran a 10-16’ê Gulanê de Rojên Sînemaya Bêdeng dest pê kirin. Hevşaredar Dogan Hatun ku beşdarî pêşandana fîlmê bû, diyar kir ku çalakiyên ji bo astengdaran ne kerem, lê maf in.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran, di çarçoveya Hefteya Astengdaran a 10-16’ê Gulanê de, bi Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî re Rojên Sînemaya Bêdeng li dar dixe. Rojên sînemayê yên ku di rojên 3, 5 û 6’ê Gulanê de dê bên lidarxistin, li Salona Sînemayê ya Navenda Çand û Kongreyan ya Çand Amedê bi fîlmê “Yên Bîra Qinolê Ji Bîr Nekirin” dest pê kir.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Berdevka Meclîsa Astengdaran a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hatice Betul Çelebi, endamên meclîsê, serokên daîreyan, Serokê Federasyona Mafên Astengdarên Bihîstinê û endamên wê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî pêşandana fîlmê bûn.
Hevşaredar Hatun: Dê çalakî bên lidarxistin
Hevşaredar Dogan Hatun ku temaşevanê fîlmê Sînemaya Bêdeng bû û eleqeyeke zêde ji aliyê welatiyên astengdar ve lê hat nîşandan, diyar kir ku ew kêfxweş e ku bi welatiyên astengdar re ye. Hevşaredar Hatun got ku Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran dê heta 17’ê Gulanê rêzeçalakiyan li dar bixe.
‘Ne kerem, maf e’
Hevşaredar Hatun bal kişand ser xebatên wan ên ji bo welatiyên astengdar û destnîşan kir ku ev xebat ne kerem, lê mafek e û wiha dewam kir: “Ev çalakiyên me ne kerem in, ji bo we mafek in. Em tenê hewl didin ku mafê we yê di budceya şaredariyê de heye, bi demê re li gorî budceyê, li gorî îmkanên xwe pêşkêşî we bikin. Em tenê kedê didin vî karî. Lê ev jixwe mafê we ye. Bêguman, her çend heta îro bi polîtîkayên heyî di qonaxek diyarkirî de her dem di paşperdeyê de hatibin hiştin jî, bi kêmanî ev hişmendiya ku partiya me, bi taybetî di şexsê me de afirandiye, perspektîf û danezana ku me daniye pêşiya xwe, dê bibe xebata me ya yekane ku em ê esas bigirin. Û ev jî dibe ku ev tiştên ku îro hatine nivîsandin, sibê jî em ê bikaribin gelek tiştên din li ser zêde bikin, bi polîtîkayeke ku dê hemû mirov bi awayekî ku pozîsyona wan a dezavantajî nemîne, her kes bikaribe bigihîje her qadê, sînema, çand, ziman û qadên din ên gihîştinê yên bajêr bi tevahî dihewîne, em dest bi tevgerê kirin.”
‘Konferansa Aştiyê dê mohra xwe li raya giştî ya Tirkiyeyê bixe’
Hatun di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser xebatên Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran û wiha got: “Ez bi serbilindî û rûmet dikarim bibêjim ku di nav 27 serokatiyên daîreyên me de, serokatiya daîreya me ya ku xwedî sazûmanîbûna herî baş e, Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran e. Tevî ku nû hatiye avakirin jî, niha bi perspektîfek ku hema hema derbasî pêşiya serokatiyên daîreyên din bûye, serokatiyeke daîreyê ye ku zêdetir dixebite. Ez vê serbilindî û rûmetê dijîm. Ez careke din ji ber kedê wan di huzûra we de spasiya hevalên me yên ku di wê qadê de dixebitin dikim. Çalakiyên me dê bi Konferansa Aştiyê bi dawî bibin. Konferansek ku dibe ku mohra xwe li raya giştî ya Tirkiyeyê bixe, bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Astengdaran û partiya me, ji bo aştiyek ku mirov hewcedarê wê ne. Ji niha ve hûn hemû vexwendî ne vê konferansê. Em hêvî dikin ku em ê bi hev re aştiyê û hemû astengiyan derbas bikin.”