Festîvala Şanoyê ya Amedê ji ber koça dawî ya Sirri Sureyya Onder hate rawestandin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê festîvala 10emîn a Şanoyê ya Amedê ji ber koça dawî ya Cîgirê Serokê Meclisê û Parlamenterê DEMê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder rawestand.

Di festîvala 10emîn a Şanoya Amedê de, ku ji aliyê Şanoya Bajar a Şarederiya Mezin a Amedê (DBŞT) ve hatiye lidarxistin, lîstika bi navê "Chonur" a komika Akademiya Hunerê a ji Sîneyê hat pêşkêşkirin. Di lîstikê de, ku ji aliyê Dr. Qutbedîn Sadegî hatiye nivîsîn û derhênan, û alîkariya derhêneriyê ji aliyê Behar Behramî ve hatiye kirin, Ferşîd Gwêylî rol girt. Lîstik behsa vegerîna zilamekî ber bi welatê xwe û bajarê xwe piştî 20 salan koçberiyê dike.

Festîval hate rawestandin

Piştî pêşkêşkirina lîstikê û dayîna plaketan ji lîstikvanan re, lîstikvanê Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin a Amedê Ozcan Ateş daxuyaniyek da. Ateş ragihand ku ji ber koça dawî ya Cîgirê Serokê Meclisê û Parlamenterê DEMê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, ew îro festîvala Şanoya Amedê radiwestînin û lîstikên şanoyê yên ku wê sibê bihata pêşkêşkirin, hatine betalkirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Tîrmeh 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31