Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî, Midûriyeta Beşa Çand û Tûrîzmê, û Midûriyeta Beşa Zarokan a Daîreya Karûbarên Civakî, bi armanca nasandina dîroka bajêr, mîrateya çandî û herêmên xwezayî, ji bo hemwelatiyên ku li bajêr dijîn, gerên nasandinê li dar xistin ku di nav hefteyê de bi beşdariya gelek koman dewam kirin.
Midûriyeta Beşa Çand û Tûrîzmê, ji bo jinên ku ji Navenda Jiyana Jinan a girêdayî Daîreya Karûbarên Jin û Malbatê sûd werdigirin, bernameya gerê bo navçeya Êgilê li dar xist. Di çarçoveya bernameyê de jin bi xizmetên veguhastinê birin navçeya Êgilê. Jinên ku bi rêberiya rehberekî li avahiyên dîrokî yên navçeyê geriyan, Gorên Pêxemberan jî ziyaret kirin.
Xwendekar li cihên dîrokî geriyan
Xwendekarên Dibistana Seretayî ya Bayrambaşî ya Farqînê, Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya DTSO, û Dibistana Navîn a Alatosunê, li Çinarê û Sûrê hatin gerandin. Li ser dîroka bajêr û avahiyan, bi taybetî li ser Keleha Navîn, Muzeya Arkeolojiyê, Mizgefta Silêman Pêxember, Mizgefta Mezin, Dêra Surp Giragos, Muzeya Bajêr a Cemîlpaşa û Mala Dengbêjan agahî dan xwendekaran.
Ji xwendekarên ku beşdarî gerê bûn re materiyalên nasandina bajêr hatin belavkirin.
Midûriyeta Beşa Zarokan a Daîreya Karûbarên Civakî jî, bi hevkariya şaredariyên navçeyan, di çarçoveya bernameyên ku dawiya hefteyê ji bo zarokên di navbera 9-14 salî de tên lidarxistin da ku nirxên dîrokî û çandî nas bikin, zarokên ku ji navçeyan hatine, derfet dîtin ku cihên çandî yên girîng ên Diyarbekirê ji nêzîk ve bibînin.
Zarokan rojeke xweş derbas kir
Di çarçoveya gerê de, zarokên ku ji Çinar û Bismilê hatine, bi otobusa Şaredariya Mezin, di bin çavdêriya perwerdekarên xwe de, li Qotê Berçem û Şikeftên Hilarê yên li navçeya Erxeniyê geriyan. Di gerê de ku bi rêberiya rehberekî hate kirin, girîngiya cihên ku zarok lê geriyan hate ravekirin.
Di çarçoveya bernameyê de, ji zarokên li navçeyên Yenişehir û Sûrê re jî Keleha Dîrokî ya Zerzevanê ger û geşt pêk anîn. Zarok li ser kelehê hatin agahdarkirin. Zarokên ku ji hevaltiya bi hevalên xwe re kêfxweş bûn, wêneyên bîranînê kişandin.
Ji aliyê Midûriyeta Beşa Zarokan ve, çenteyên ku tê de tîşort, şapik, ava fêkiyan û av heye, wek hediye ji zarokan re hatin pêşkêşkirin ji bo pêdiviyên wan di dema gerê de.
'Ez gelek kêfxweş im ji bo ku min dîroka xwe nas kir'
Zarokan diyar kir ku ew gelek kêfxweş in ji bo gera dîrok û çandê, û xwestin ku çalakiyên bi vî rengî berdewam bikin. Ji zarokan Cansu Uzan got: "Ez cara yekem hatim Keleha Zerzevanê û min cara yekem dît. Ez gelek kêfxweş bûm. Min gelek hez kir ji ber ku cihên pir xweşik û kevn in", herweha Deniz Altin jî wiha axivî: "Îro em hatin Keleha Zerzevanê. Cihekî pir xweşik e. Tijî agahî ye. Min ji nêzik ve her der dît. Pir xweşik bû. Ez nikarim hestên xwe bînim ziman, ez gelek kêfxweş im."
Bengin Jiyan Kavmaz jî diyar kir ku Keleha Zerzevanê pir xweşik e û got: "Me cihên dîrokî, medrese û dêrên li vir dîtin. Ez gelek kêfxweş im ji bo ku min dîroka xwe nas kir."
Çalakî, piştî pêşkêşkirina xwarinê ji zarokan re, bi dawî bû.