Print this page

Hevşaredar: Em ê xwedî li têkoşîna Onder derkevin

Ji bo parlamenterê berê û Cîgirê Serokê Meclîsê û Parlamenterê DEM Partî yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ku jiyana xwe ji dest da, sersaxî hatin xwestin. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun gotin ku ew ê xwedî li têkoşîna Onder derkevin ku jiyana xwe ji bo aştiya gelan terxan kiriye.

Li avahiya Rêxistina Bajêr a Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî), ji bo Cîgirê Serokê Meclîsê û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ku roja 3'yê Gulanê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, serxweşî hat danîn. Di serxweşiyê de Hevserokên Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Serra Bucak û Dogan Hatun, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, endamên meclîsê û şêniyên bajêr beşdar bûn.

Hevşaredar Hatun: Jiyana xwe ji bo aştiya gelan terxan kir

Hevşaredar Dogan Hatun, di hewariyê de axivî û silav li gelê beşdar kir û got: "Ez bawer dikim ku hatina we ne tenê ji bo parvekirina êşekê ye, di heman demê de xwedîderketina li aştiyê ye jî. Ji ber ku Kek Sirri hemû jiyana xwe ji bo aştiya hemû gelan terxan kiribû. Mîrateya ku ji me re maye, wek hatina we ya îro li vir, xwedîderketina li mîrateya wî ye, ew tişta herî pîroz e. Ji ber ku wî jiyana xwe sed ji sedî ji bo vê riyê terxan kiribû. Hevalekî gelek hêja bû."

'Em ê xwedî li ala wî derkevin'

Hevşaredar Hatun destnîşan kir ku gelek kesine hene ku hemû jiyana xwe ji bo vê dozê terxan kirine, îro di nav wan de nînin û axaftina xwe wiha domand: "Rê wek alekê ye, wan ev al heta cihekî anîn, bilindkirina wê alê erkê me ye. Me al daneynî erdê. Bêhêvî nebin. Bila tu dayîk bêhêvî nemîne. Ev al neketiye erdê, ev al aleke pîroz e. Ji bo aştiyê ye, ji bo wekheviyê ye, ji bo azadiyê ye û ji bo hemû gelan e. Ne tenê ji bo gelê kurd û gelê tirk e, ji bo hemû gelan e. Careke din em gotina xwe dubare dikin. Kek Sirri ev al girt destê xwe û anî cihekî pîroz, em ê jî xwedî li ala wî derkevin. Em ê ala wî daneynin erdê. Em ê dayikên xwe bêhêvî nehêlin, em ê gelê xwe bêhêvî nehêlin. Em ê barê wî jî hildin ser milên xwe. Em ê vê aştiya pîroz, vê aştiya birûmet di nav hemû gelan de biafirînin."

Hevşaredar Bucak: Mîrateyeke gelek giring li paş xwe hişt

Hevşaredar Serra Bucak jî silav li beşdaran kir û got ku Onder ji bo gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, hemû komên ku têkoşîna demokrasî û mafên mirovan dikin û di heman demê de ji bo qada huner û çandê jî, di têkoşîna demokrasî û azadiyê de nirxek û mîrateyeke gelek girîng li paş xwe hişt. Hevşaredar Bucak wiha axivî: "Helbet windahiyeke zû ye, wek hemû mirinan windahiyeke bêwext e, bi vê wateyê dilê me hemûyan dişewite. Em duh bi hêja Dogan re bi navê we li AKM'yê bûn, di rêwîtiya wî ya dawî de em di merasîmê de bi heval û hevrêyên wî re bûn. Me silava Amedê bir, silava aştiyê bir. Li wir dayikekê axivî, belkî yek ji axaftinên herî xweş kir. Li AKM'yê gazî aştî û yekîtiyê kir, êdî bangawaziya 'bila dayik negirîn' kir. Rêzdar Sirri jî gelek dixwest, em dibêjin bila ruhê wî şad be. Serê malbata wî, lêzimên wî, hezkiriyên wî û hevalên wî sax be."

'Ev têkoşîn wê mezin bibe'

Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku têkoşîna Onder wê li erdê nemîne û wiha axivî: "Duh li salona AKMê ciwanên Tirk û Kurd hebûn, hemûyan bi hev re ev soz da wî; ev têkoşîn wê li erdê nemîne. Ev têkoşîn, heta ku aştî, demokrasî û azadî li van waran were cî, wê mezin bibe. Bîranîna wî wê riya me ronî bike."

 

Image Gallery