HevÅŸaredar Bucak serdana hewariya Onder kir

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û endamên Meclisa Jinan a ŞMD'ê serdana taziyeya ku ji bo Cîgirê Serokê Meclisê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirrî Sûreyya Onder ê ku jiyana xwe ji dest daye hatî danîn, kirin.

Li avahiya Rêxistina Bajêr a Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), taziyeya ku ji bo Cîgirê Serokê Meclisê û Parlamenterê Stenbolê Sirrî Sûreyya Onder ê ku di 3'yê Gulanê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dayî hatî danîn, di roja sêyemîn de didome. Di hewariyê de Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak, endamên Meclisa Jinan a ŞMD'ê, hevşaredarên şaredariyên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û welatî beşdar bûn.

Hevşaredar Bucak a ku sersaxiyên welatiyan qebûl kir, balê kişand ser têkoşîna ku Onder daye.

 

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30