Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi helkefta Roja Dayikan ji bo zarok û dayikên li Kreş û Mala Lênêrîna Bi roj ya Zarokistan a 450 Malan çalakiyeke geşt û gerê li dar xist.
Şaredariya Mezin, bi helkefta Roja Dayikan ji bo zarokên ku perwerdehiya beriya dibistanê dibînin û dayikên wan çalakiyek pêk anî. Çalakiya ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Zarokan a Serokatiya Daireya Xizmetên Civakî ve hatiye organîzekirin, li Qada Şînkatiyê ya li navçeya Yenîşehîrê çêbû.
Zarokên ku li Kreş û Mala Lênêrîna Bi Roj ya Zarokistan a 450 Malan perwerdehiyê dibînin, bi dayikên xwe re bi alavên veguhestinê bo qadê hatin anîn. Di çalakiyê de, malbat û zarokan bi hev re taştê xwarin, piştre bi lîstik û çalakiyên curbecur demeke xweş derbas kirin.
Zarok û weliyên ku Roja Dayikan bi hev re pîroz kirin, ji bo vê çalakiyê spasiyên xwe pêşkêşî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.