Print this page

Hevşaredar Hatun: Em ê berpirsiyariya xwe ya ji bo zimanî bi cih bînin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, diyar kir ku Kirmanckî di bin xetera windabûnê de ye û got ku ew ê berpirsiyariyên xwe yên derbarê zimanî de bi cih bînin.

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) li Salona Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Amedê derbarê avabûna Meclîsa Kirmanckî (Zazakî) de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, Hevşaredarên şaredariyên navçeyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser xetera tunebûna devoka Zazakî ya zimanê Kurdî û hat destnîşankirin ku divê Zazakî berfirehtir bê bikaranîn.

Hevşaredar Hatun: Divê em zimanî di her qadê de bi kar bînin

Hevşaredar Dogan Hatun di bernameya axaftinê de, girîngiya xebatê anî ziman û pesna hemû kesên ku ji bo vê xebatê xebat kirine da. Hevşaredar Hatun diyar kir ku li gorî raporên UNESCOyê zaraveya Zazakî ya Kurdî li gorî Kurmancî bêtir di bin xetera windabûnê de ye û wiha got: "Ji ber vê yekê ev xebat gelek hêja ye. Ji bo ku ziman winda nebe, divê em hemû di qada nivîsê de, di qada axaftinê de, di qada civakî de, li gundan, li taxan, li bazarê û bi taybetî li malan zimên bi kar bînin. Dema ku dayik bi zarokên xwe re neaxive, asîmîlasyon ewil li wir dest pê dike. Em dizanin ku ev sed sal e li ser zimanê me û gelê me asîmîlasyon heye. Têkoşîna me ji bo ziman bû. Têkoşîn gihaşt serkeftinê. Em hemû bi hev re gelê me qezenc kir. Û bi me re hemû gelan jî qezenc kir. Kesên ku têk çûne tune ne, hemû gelan qezenc kir. Em ji vir soza vê jî didin; em amade ne ku hemû berpirsiyariyên li ser milê xwe ji bo serkeftina vê meclisê bi cih bînin."

 

Image Gallery