Print this page

Tîma Voleybolê ya Keçên Ciwan bi serkeftinê dest bi şampiyonaya Tirkiyeyê kir

Tîma Voleybolê ya Keçên Ciwan ên Diyarbakır Buyukşehir Belediyesporê, bi serkeftinê dest bi Şampiyonaya Tirkiyeyê ya li Xarpêtê pêk tê, kir.

Tîma Voleybolê ya Keçên Ciwan ên Diyarbakır Buyukşehir Belediyesporê ku di bin banê Serokatiya Xizmetên Ciwanî û Sporê de hatiye avakirin û bi encamên xwe yên serkeftî beşdarî Şampiyonaya Tirkiyeyê bûye, derket yariya xwe ya yekem a şampiyonayê.

Di roja yekem a şampiyonaya li Xarpêtê de, Tîma Voleybolê ya Keçên Ciwan ku bi Kulûba Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re rû bi rû hat, bi setên 25-22, 25-14 û 25-21'ê reqîbê xwe bi 3-0 têk bir û destpêkeke bihêz li şampiyonayê kir.

Di Şampiyonaya Tirkiyeyê de ya ku dê sê rojan (9-10-11'ê Gulanê) berdewam bike, Tîma Voleybolê ya Keçên Ciwan dê di pêşbirkên xwe yên din de bi Kulûba Sporê ya Voleybolê ya Merinos û Kulûba Sporê ya Voleybolê ya Qeyseriyê re bileyîze.

 

Image Gallery