Print this page

Şaredariya Mezin a Amedê dê Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyan pîroz bike

Şaredariya Bajarî Mezin a Amedê, ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, dê gelek çalakiyan wek rojên pirtûkan, panel, şano, nîşandana fîlman, xebatên atolyeyan, guhdarîkirina dengbêjî û helbestvanan, panel û hevpeyvîn pêk bîne.

Rêveberiya Beşa Parastina Zimanî ya girêdayî Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî, amadekariyên xwe ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî temam kir. Bernameya ku dê di navbera 12-19ê Gulanê de li navend û navçeyan bi çalakiyên curbecur were pîrozkirin, xwedî naveroka dewlemend e.

Çalakî dê îro (12ê Gulana) li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê saet 20:00an de bi lîstika bi navê "Romeo û Juliet (Niha Çawa ye)" ya ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin a Amedê ve were pêşkêşkirin, dest pê bike. Dîsa îro di heman saetê de, li Parka Korhatê ya Baxlarê fîlma "Zimanê Dayikê" ya ku ji aliyê Sarkew Mesgarî ve hatiye derhênan dê were nîşandan.

Roja Sêşemê 13ê Gulanê, saet 20:00an de fîlma "Kilama Dayika min" ya ku ji aliyê Erol Mintaş ve hatiye derhênan dê bo temaşevanan were pêşkêşkirin.

Li Farqînê roja 14ê Gulanê saet 15:00an de li Kaniya Navîn dê ji bo zarokan atolyeya gerok were sazkirin. Heman rojê li Parka Mehmed Uzun a Yenişehirê saet 20:00an de fîlma "Di Nav Berê de" ya Alî Kemal Çinar dê were nîşandan. Roja 16ê Gulanê li gundê Tilêlîka Sûrê de atolyeyên zarokan ên gerok bi sernavê "spor û lîstik" dê were lidarxistin. 18ê Gulanê, saet 15:00an de li gundê Gomelê Elikî ya Licê atolyeyên zarokan ên gerok dê werin pêkanîn.

Rojên Pirtûkên Kurdî

15ê Gulanê, saet 16:30an de li ber Şaredariya Bajarê Mezin dê pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî û vekirina pêşangeha Kovara Hawarê pêk were. Heman rojê saet 18:00an de li Meydana Deriyê Çiyê dê vekirina çadirên ku ji bo Rojên Pirtûkên Kurdî û danîna standan, pêk were. Di çadirên çalakiyan de, li gel panel û hevpeyvînan, xebatên atolyeyên curbecur ên ji bo jin, zarok û ciwanan dê werin kirin. Her wiha di çarçoveya çalakiyan de dê etîketên mêwe-sebzeyan ên bi Kurdî li marketan bên belavkirin.

Dîsa li heman cihî pêşangeha wêneyan a zarokan dê were vekirin. Piştî konsera koma Peyalê ku ji zarokên xwendekarên konservatuarê pêk tê di saet 19:30an de, dê belgefîlma "Di Kovara Hawarê Ehmedê Kurdî" ya ku ji aliyê Ferît Demîrel ve hatiye derhênan were nîşandan.

Li Meydana Deriyê Çiyê roja 16ê Gulanê, saet 14:00an de dê guhdarîkirina helbestan bi sernavê "Helbestvanî û Helwest: Nivîskarên ku bi Kurmancî dinivîsin bi Zazakî dibêjin" pêk were. Bi moderatoriya Azad Zal û Stran Jîyan, Ferat Dengîzî, Leylana Sidikî, Resul Ustun, Ronahî Farqînî, Siyabend Demir, Sultan Yaray, Veysî Ulgen û Zozan Gulan wek axaftvan dê beşdar bibin. Di beşa duyemîn de bi sernavê "Nivîskarên ku bi Tirkî dinivîsin bi Kurmancî dibêjin" ya saet 15:00an de, axaftvan Aydin Alp, Aysun Çakir, Îhsan Yildiz, Mehmet Aksal, Nesrîn Erdogmuş û Nurcan Çager dê beşdar bin. Heman roj dîsa li Meydana Deriyê Çiyê saet 16:00an de, panela "Dîrok û Çanda Amedê" wek axaftvan bi beşdariya Amed Tîgrîs dê were sazkirin. Di saet 20:00an de li Parka Anzelê dê fîlma "Di Navberê de" ya Alî Kemal Çinar were nîşandan.

Tûra paqijiyê

Bi dirûşma "Ez hem li zimanê xwe hem li bajarê xwe xwedî derdikevim" tûra paqijkirina jîngehê li Baxçeyên Hewselê dê roja 17ê Gulanê saet 09:00an de bi kombûna li Meydana Deriyê Çiyê were kirin. Di saet 14:00an de li çadira çalakiyan a li meydanê, panela bi sernavê "Hest û Helbest" ku ji aliyê Jêhat Rojhilat ve tê moderekirin, axaftvanên wê jî Herdem Merwanî, Îlhan Dayan û Leyla Saraç bin.

Di saet 15:00an de dê nivîskar Ekrem Koçbaşî pêşkêşiya bi sernavê "Harper Lee: Bulbulu Oldurmek û Wergerandina wê ya Kurdî" bike. Di panela "Roman û Civak" ya saet 17:00an de, axaftvan dê Omer Dilsoz be. Di saet 20:00an de çalakî dê bi şeva dengbêjan berdewam bike.

Li Meydana Deriyê Çiyê roja 18ê Gulanê, saet 14:00an de mêvanên hevpeyvîna bi mijarê "Rewşa Helbestvaniya Kurdî li Bakur piştî Salên 2000î û Kovara Helbestê Bar" dê Rêzan Diljen û Emerîkê Sidîqayê bin.

Di saet 16:00an de dê mijara "Cûreyên Stranên Kurdî" ji aliyê Mehmet Afşar ve bi moderatoriya Jêhat Rojhilat were axaftin. Di 19ê Gulanê de dê girtina Rojên Pirtûkên Kurdî pêk were.

 

Image Gallery