Xwendekarên ku beşdarî bernameya geryanê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatî organîzekirin, derfeta dîtina Şikeftên Hasûnî û Pira Malabadê û cihên dîrokî yên di nav Sûrê de bi dest xist.
Bernameya geryanê ya ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Zarokan a Serokatiya Îdareyê ya Xizmetên Civakî ve bi hevkariya şaredariyên navçeyan ji bo xwendekarên di navbera 9-14 salan de ji bo nasandina nirxên dîrokî û çandî hatiye organîzekirin, berdewam dike. Di çarçoveya bernameyê de zarokan derfeta dîtina cihên dîrokî û çandî yên girîng ên bajarî bi dest xistin.
Di çarçoveya çalakiyê de, xwendekar bi otobusên ku aîdî Şaredariya Mezin in û bi hevrêtiya mamosteyên xwe hatin hildan. Ji aliyê Midûriyeta Şaxa Zarokan ve, çanteyên ku tê de tiştên bingehîn ku ew ê hewce bikin heye ji zarokan re wekî diyarî hatin dayîn.
Gerên Farqîn û Sûrê
Ji bo 50 xwendekarên ji navçeyên Kayapinar û Baglarê gereke li Şikeftên Hasûnî û Pira Malabadê ya Farqînê hat organîzekirin. Herwiha 40 xwendekarên ji taxeya Şilbe ya girêdayî navçeya Yenişehirê jî birin Keleha Hundir, Dêra Surp Giragos, Minareya Çarling, Mizgefta Mezin, Mala Dengbêjan û Qesra Cemilpaşa. Di gerê de ku bi rêberiyê hat kirin, girîngiya cihên ku wan serdana wan kirine ji zarokan re hat gotin. Xwendekarên ku kêfxweşiya qedandina rojeke xweş bi hevalên xwe re jiyan, wêneyên bîranînê kişandin.
Â