Print this page

Boneya Roja Dayikan bi sedan jin anîn cem hev

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya Roja Dayikan çalakî li dar xist û bi sedan jin hatin cem hev.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi çalakiyên ku bi boneya Roja Dayikan li dar xist, bi sedan jin anîn cem hev. Jinan, bi xwarinên ku bi rêbaza zibare amade kiribûn pîknîk kirin û bi zarokên xwe re kêf kirin.

Di çalakiyên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve hatin organîzekirin de, ji bo jinên ku ji Navendên Jiyanê yên Jinan ên Ben û Sen, Kûçe û Koşuyoluyê xizmet digirin, li qadên cuda bernameyên geşt û guzarê hatin lidarxistin. Di çalakiyên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve piştgirîya veguhestinê hat dayîn de, ji jinan re cûrbecûr diyarî û ji zarokan re jî xwarin hatin dayîn.

Li ser daxwaza jinên ku ji Navenda Jiyanê ya Jinan a Ben û Senê sûd werdigirin, li navçeya Artuklu ya Mêrdînê, li Devera Siltan Şêxmûs û qada pîknîkê pîknîk hat lidarxistin û nêzî 120 jin bi zarokên xwe re beşdar bûn.

Beşdarên Navenda Jiyanê ya Jinan a Kûçeyê jî li Parka Jiyanê ya Sosyal û Qada Pîknîkê ya Karakopru (Fîdanlik) hatin cem hev. Nêzî 50 jin û 20 zarok beşdarî çalakiyê bûn.

Li Navenda Jiyanê ya Jinan a Koşuyoluyê jî nêzî 200 jin li baxçeyê navenda jiyanê ya ku çalakî lê hat lidarxistin, hatin cem hev. Jinan, bi muzîkê re govend gerandin û kêf kirin. Çalakî, piştî dayîna diyarîyan bi dawî bû.

 

Image Gallery