Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber barana ku li bajêr bandor kir, bi 100 xebatkarî di çarçoveya Plana Çalakiyê ya Rewşa Awarte de xebatên xwe yên li qadê didomîne.
Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), bi barana gur a piştî nîvro re, di çarçoveya Plana Çalakiyê ya Rewşa Awarte de bi tîmeke 100 kesî xebatên xwe yên li qadê didomîne.
Midûrê Şaxa Karûbarên Avê yên Qirêj a DÎSKÎyê Abbas Aslan, ku xebatên li qadê koordîne dike, got, "Li gorî pîvanên meteorolojîk, navçeyên ku herî zêde baranê lê kiriye bi rêzê Baxlar, Kayapinar, Yenişehir û Sûr in."
Aslan diyar kir ku ji ber zêdehiya baranê li hin herêman, bi taybetî li taxên di asta nizm de lehî çêbûye û ragihand ku xebatên li qadê bi awayekî koordîneyî têne meşandin.
'Em bi 100 xebatkarî li qadê ne'
Aslan destnîşan kir ku tîm dê şevê din li nuqteyên krîtîk ên bajêr amade bin û diyar kir ku di çarçoveya Plana Çalakiyê ya Rewşa Awarte de xebatên li qadê didomin. Aslan wiha axivî:
"Ji ber barana nişkav a ku li Amedê bandor kir, tîmên me bi awayekî xurt xebatên xwe yên li qadê didomînin. Niha li Bulvara Mahabad, Rêya Riha, Bulvara Elezîz, Deriyê Rihayê û herêmên Surîçiyê, 5 wesayîtên vîdanjora yên kombîn û tîmên me wekî hêza amade di amadebaşiyê de ne. Tîmên me, ji bo mudaxeleya bilez li agahiyên ji herêmên din ên ku ji baranê zirar dîtine re jî kar dikin. Bi tevahî 11 vîdanjorayên kombîn û paldêr, 5 tîmên destan û 100 xebatkar bi me re ne. Tîmên me dê şevê din jî xebatên xwe bidomînin û li hemberî rewşên neyînî mudaxele bikin."
272 agahî ji welatiyan hatin
Aslan bal kişand ser agahiyên ku ji welatiyan hatine û got, "Ji aliyekî ve tîmên me li herêmên ku binesazî bi awayekî zêde tê bikaranîn xebatên xwe didomînin û di heman demê de tîmeke me ya din jî li ser agahiyên ku ji DÎSKÎyê re hatine şandin dixebite. Bi baranê re, ji pergala me re ji welatiyan 272 notên agahiyê hatin şandin. Me plankirina van kiriye. Xebatên me bi awayekî koordînel didomin. Em ê ewlehiya gelê Diyarbekirê û rehetiya jiyana wan biparêzin."