Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi temaya “Di xwezayê de xwe bibîne” di 24’ê Gulanê de li Kela Kefrûnê ya navçeya Pasûrê, meşeke xwezayî organîze dike.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Werzîşê ji bo ku ciwanan bi xwezayê re hemhal bike, hişmendiya ekolojîk geş bike û keşfkirina cihên dîrokî û xwezayî misoger bike, wê meşeke xwezayî ya Kela Kefrûnê ya Pasûrê li dar bixe. Şaredariya Pasûrê jî dê piştgiriyê bide çalakiyê.
Qeyd dê li Sumerparkê bên kirin
Welatiyên 18 salî û mezintir ên ku dixwazin beşdarî meşa xwezayî ya ku dê di 24’ê Gulanê roja Şemiyê bê lidarxistin bibin, bes e ku li Sumerparkê serî li Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Werzîşê bidin.
Piştî qeydan, welatî dê di 24’ê Gulanê roja Şemiyê saet 08.00’an de ji Sumerparkê bi wesayîtên servîsê yên ku Şaredariya Bajarê Mezin dê dabîn bike ber bi herêmê ve bi rê kevin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Werzîşê berê bi temaya “Di xwezayê de xwe bibîne” li navçeya Pîranê, li taxa Şêxbizinan jî meşeke xwezayî li dar xistibû.
Kela Kefrûnê û zinarên Kefrûnê
Kela dîrokî ya Kefrûnê û zinarên Kefrûnê yên li navçeya Pasûrê ku di sêgoşeya Amed, Mûş û Bîngolê de mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye, bi bedewiya xwezayî li benda keşfkirinê ye. Keleya ku 700 sal dîroka wê heye, ji ber bilindahiya xwe ya 30 metreyî û li cihekî serdest e, di gelek serdemên şaristaniyê de wekî navenda çavdêriyê hatiye bikaranîn. Di hundir û derdora kelê de nêzî 10 bendavên avê û binaxeyên avahiyan hene.