Print this page

ALO Kurdî WhatsApp ket ber xizmeta gel

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de xeta ALO Kurdî WhatsApp pêşkêşî xizmeta welatiyan kir.

Şaredariya Bajarê Mezin ku di çarçoveya şaredariya civakî de pirzimanîyê esas digire û xizmetê dike, karekî nû li xebatên xwe zêde kir. Midûriyeta Parastin û Pêşxistina Ziman a Serokatiya Daîreya Çandê û Karên Civakî, ji bo welatiyên ku dixwazin navên Kurdî, menûyên xwaringehan, tabelayên dikanan, vexwendnameyên dawetan û nivîsên goran bi Kurdî bi kar bînin, xeta ALO Kurdî xist ber xizmetê. Xebatkarê pispor ê ku di Midûriyeta Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman de wezîfedar e, dê bersivê bide agahiyên ku tên ser xeta WhatsAppê ya bi hejmara 0537 744 55 87.

'Em ê bibin bersiva hemû daxwazan'

Midûrê Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman Tahir Baykuşak derbarê xeta WhatsAppê de agahî da û diyar kir ku ew ê bi xeta ALO Kurdî hewl bidin bersivê bidin hemû daxwaz û pirsên welatiyan ên derbarê ziman de û got, “Wekî mînak, kesên ku dixwazin zarokên xwe bi navên Kurmancî an Zazakî bi nav bikin, dikarin wate û nivîsîna navan ji xeta me ya WhatsAppê ji me re binivîsin. Her wiha, gelek esnafên me li Amedê navên dikanên xwe bi Kurdî bi kar tînin, lê bi rastnivîsîneke çewt dinivîsin. Ger ev kes bixwazin navên dikanên xwe li gorî qaydeyên rastnivîsînê binivîsin, bila ji me re binivîsin, em ê bersiva wan bidin.”

Baykuşak diyar kir ku welatiyên ku dixwazin vexwendnameyên organîzasyonên ku dê bên lidarxistin bi Kurdî amade bikin, dikarin bi rêya ALO Kurdî piştgiriyê bixwazin û wiha got: “Li xwaringehên Amedê piranî menû bi Tirkî ye. Em dixwazin li xwaringehên bajêr ligel Tirkî û Îngilizî, menûyên Kurmancî û Zazakî jî hebin. Ger xwaringeh ji me daxwaz bikin, em ê ji bo wan menûyên Kurdî amade bikin.”

 

Image Gallery