Beytên helbestvanên Kurd li ser kevirên peyarêkan hatin neqşandin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, beytên helbestvanên Edebiyata Klasîk a Kurdî li ser peyarên Kolana Gazî ya navçeya Sûrê neqşand.

Midûriyeta Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman a Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî, bi xebata ku bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dabû destpêkirin, beytên helbestvanên Edebiyata Klasîk a Kurdî li ser peyarên Kolana Gazî neqşand.

Li ser peyarên Kolana Gazî ya ku yek ji kolanên herî kevnar ên bajêr e, her 25 metreyan carekê beytên helbestvanên girîng ên Edebiyata Klasîk a Kurdî yên wekî Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Hacî Qadirê Koyî, Melayê Xasî û Siyapûş hatin neqşandin û nemir kirin.

Midûrê Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman Tahir Baykuşak, Cejna Zimanê Kurdî ya 15'ê Gulanê pîroz kir û got, "Me xwest ku em beytên helbestvanên klasîk ên Kurd li ser Kolana Gazî li ser keviran binivîsin û vê kolanê xemilandin. Niha, dê 40 beyitên ku li ser keviran hatine nivîsîn li ser vê kolanê bên bicihkirin. Bi taybetî jî me hêvî kir ku em bi vî awayî balê bikişînin ser ziman, da ku tûrîstên ku ji vê herêmê derbas dibin rengê Kurdî bibînin."

 

Image Gallery