Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak a ku beşdarî 43. Civata Giştî ya Asayî ya Yekîtiya Şaredariyên Alman bû, bal kişand ser polîtîkayên qeyûm ên li Tirkiyeyê tên sepandin û rexne li ser dûrxistina ji wezîfeyê û girtina serokên şaredariyan kir.
43. Civata Giştî ya Asayî ya Yekîtiya Şaredariyên Alman, di navbera 13-15ê Gulanê de bi mazûvaniya Şaredariya Hannover a Paytexta Eyaleta Saksonya Jêrîn a Almanyayê hat lidarxistin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredarê Rezan Siraç Çelik û nêzî 1500 delege beşdarî civata giştî bûn.
Di rûniştin û civînên vekirî yên hatin lidarxistin de, mijarên wekî rewşa darayî ya bajaran, veberhênanên binesaziyê û hevkariyê hatin nîqaşkirin û nirxandinên giştî hatin kirin.
Hevşaredar Bucak: Xebatên bajarên bira piştgiriyê didin nêzîkbûna çandan
Hevşaredar Bucak di axaftina xwe ya li civata giştî de, bal kişand ser polîtîkayên qeyûm ên li Tirkiyeyê tên sepandin û rexne li ser girtina serokên şaredariyan û dûrxistina wan ji wezîfeyê kir. Hevşaredar Bucak bal kişand ser têkiliyên dîplomatîk û hevkariyên Amedê yên bi bajarên din re jî û diyar kir ku xebatên bajarên bira piştgiriyê didin pêşketina demokrasiyê û nêzîkbûna çandan. Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew ji bo xebatên ciwanan, xebatên jinan û hevkariyên di van mijaran de amade ne.