Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, çû serdana Şaredarê Frankfurtê Mike Josef.
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bûcak, ji bo Kongreya 43. ya Giştî ya Yekîtiya Bajarên Alman li Almanyayê têkiliyên xwe didomîne. Hevşaredar Bûcak, Hevşaredarê Navçeya Baglar Siraç Çelik, endamên meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Demet Ceylan û Eser Sonmezî bi hev re çûn serdana Şaredariya Frankfurtê.
Hevşaredar Bûcak, ji aliyê Şaredarê Frankfurtê Mike Josef ve hat pêşwazîkirin.
Di serdanê de, ji bo xebatên hevpar, li ser karên ku di qadên çand-huner, ciwan û werzîşê de di navbera Frankfurt û Amedê de bên kirin, axaftin hatin kirin.
Â