Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo nehîştina zirarên tovên guherandî yên genetîkî li ser tenduristiya gel û qedandina girêdayîbûna derve ya di warê tovan de, xebat da destpêkirin ku tovên xwemalî bên hilberandin, parastin û bi bikaranîna di hilberînê de bên zêdekirin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî, ji bo zêdekirina tovên xwemalî, li Baxçeyê Fêkiyan ê girêdayî Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a navçeya Kayapinarê ya Taxa Medyayê xebat da destpêkirin. Di çarçoveya xebata ku ji bo nehîştina zirarên tovên guherandî yên genetîkî li ser tenduristiya gel û qedandina girêdayîbûna derve ya di warê tovan de tê kirin de, armanc ew e ku tovên xwemalî bên parastin û ji nû ve di hilberînê de bên nirxandin.
Tîmên ku bi xebitandina axê şitilan diçînin, tovên gundor, zebeş û xiyarê jî çandin. Ji 30 cure fêkî û sebzeyan, bi taybetî 11 cureyên firingiyan, 2 cureyên balîcanan, 6 cureyên îsotan, çîlekên zêrîn, petêx, zebeş û xiyar, dê heta payîzê tovên xwemalî bên bidestxistin û ji bo sala pêş dê li gel û cotkaran bên belavkirin.
'Me nêzî 4 hezar şitil çandin'
Midûrê Şaxa Lêkolînên Aborî, Veberhênan û Piştgiriyê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî Harun Yalçinkaya derbarê xebatên hatine kirin de agahî da û diyar kir ku wan ji bo zêdekirina tovên herêmî û xwemalî xebat dane destpêkirin. Yalçinkaya aşkere kir ku armanca wan ew e ku bi tovên xwemalî gel bigihîje xwarina ewle û wiha axivî: “Me li vê qada aîdê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan xebateke çandina şitilan da destpêkirin ji bo zêdekirina tovên xwemalî û ji nû ve pêşkêşkirina wan ji gelê me re. Me li vir nêzî 4 hezar şitilên 20-24 cureyên berheman çandin. Armanca me li vir ew e ku ji ber ku bi awayekî zanistî hatiye îspatkirin ku tovên hîbrîd û yên genetîkî yên di piyasayê de zirarê didin tenduristiya gel, ji bo ku gelê me ji nû ve bigihîje xwarina ewle û berhema saxlem, em li vir tovên xwemalî zêde bikin û em armanc dikin ku em di sala pêş de bi mamosteyên xwe re vê yekê parve bikin.”
'Em ê piştgiriya tov û şitilan pêşkêşî xizmeta cotkarên xwe bikin'
Yalçinkaya diyar kir ku ew dixwazin bi tovên xwemalî girêdayîbûna derve ya di warê tovan de li pey xwe bihêlin û wiha got: “Bi sedsalan e ku bi awayekî kevneşopî dema ku gelê me berhem diçand ji bo sala din tovên xwe diparast. Lê di pêvajoya ku em hatinê de em bûne girêdayî derve. Û ev girêdayîbûn bi xwe re pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê jî anîn. Em jî wekî Şaredariya Bajarê Mezin ketin nav lêgerînekê ku di vî warî de çi ji destê me tê bikin û me ev der wekî qada ceribandinê plansaziyek kir. Em ê di sala pêş de vê yekê wekî piştgiriya tov û şitilan pêşkêşî xizmeta cotkarên xwe bikin.”