Print this page

Şaredarî dest bi Kursa Zimanê Îşaretan dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku hemwelatiyan bi hûnerên bingehîn ên zimanê îşaretan perwerde bike, danûstandineke bi bandortir bi astengdarên bihîstinê re misoger bike û di vî warî de derfetê wergerê bide wan, dest bi Kursa Zimanê Îşaretan kir.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Temendaran, ji bo hêsankirina jiyana astengdarên bihîstinê û rakirina astengiyên ragihandinê yên di navbera wan de, li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ji hemwelatiyan re Kursa Zimanê Îşaretan dide.

Naveroka kursê

Di kursê de ji beşdaran re di serî de alfabeya destan, têgehên rêzimanî, malbat û hawîrdor, peyvên deman, hest, dibistan û perwerde, wesayît, zindî, reng, têgehên erdnîgarî, têgehên hiqûq û bankavantiyê, têgehên dînî, bajar, welat, peyvên dijber, têgehên werzişê, teknolojî û medya, matematîk-pîvan, xwarin-vexwarin, amûrên muzîkê, alavên malê, têgehên tenduristiyê û pîşe tên hînkirin.

Kurs dê 2 mehan bidome

Kursa ku 25 kes beşdar dibin û dê 2 mehan bidome, di dawiya kursê de ji hemwelatiyên serkeftî re sertîfîkaya pejirandî ya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî dê bê dayîn.

Kesên dixwazin sûdê ji kursan werbigirin dikarin serlêdan bikin

Hemwelatiyên dixwazin perwerdehiya zimanê îşaretan werbigirin, ji bo qeydkirinê divê serî li Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Temendaran a li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bidin.

'Ji bo ku em bikaribin alîkariya astengdarên bihîstinê bikin em vî kursî didin'

Mamosteya Zimanê Îşaretan û Wergêra Daîreya Astengdaran Bîlge Kubanç derbarê naveroka kursê de axivî û diyar kir ku dersên kursê dê bi tevahî 120 saet bidomin. Kubanç diyar kir ku ders di rojên hefteyê de di navbera saet 10.00 û 15.00’an de tên dayîn û wiha got: “Di kursa me de, ji bo ku em bikaribin bi hevalên xwe yên kerr û lal re têkilî deynin û alîkariya wan bikin, em agahiyan didin. Em vê kursê didin hemwelatiyan ji bo ku xwendekarên ku kursê diqedînin, bi kêmanî dema hevalên me yên kerr û lal ji cihekî diçin cihekî din bikaribin navnîşana rê diyar bikin, dema ku ji marketê tiştekî dikirin bikaribin jê re bibêjin ka bihayê wê çi ye.”

'Pirsgirêka me ya sereke ji cudakariyê ye'

Kubanç destnîşan kir ku wan bi armanca alîkariya astengdarên bihîstinê dest bi kursê kirine û got: “Me dest bi vê kursê kir ji bo ku em çawa dikarin alîkariya kesên kerr û lal ên ku di jiyana me de hene an jî nînin û em li derve dibînin bikin. Armanca me ya sereke ya dersê ew e ku em bikaribin di ragihandinê de bin, tevkariyeke zêde li serdema ragihandinê bikin, bêyî ku em astengdaran paşguh bikin em ragihandin, çandên wan fêr bibin û bi wan re di têkiliyê de bin û cudakariyê nekin.”

 

Image Gallery