Print this page

‘Bi vê xebatê me bal kişand ser nirxên zimanê Kurdî’

Seroka Daîreya Çandê û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş, derbarê rexne û daxwazên hatine kirin ên derbarê nivîsandina beytên helbestvanên edebiyata Kurdî li ser peyarêyan de wiha got: “Bi nivîsandina gotinên alimên xwe me xwest balê bikşînin ser nirxên zimanê Kurdî.”

Seroka Daîreya Çandê û Karûbarên Civakî Zeynep Yaş, derbarê rexne û daxwazên hatine kirin ên derbarê nivîsandina beytên helbestvanên edebiyata Kurdî li ser peyarêyên Kolana Gazî di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê daxuyanîyek da çapemeniyê. Yaş diyar kir ku ji bo belavbûna zimanê Kurdî, wan xwestiye bi nivîsandina gotinên aliman li ser plaketan balê bikşînin ser van nirxên girîng ên zimanê Kurdî û wiha got: “Me biryar da ku em ji birayên xwe yên ciwan re, zarokên xwe re, her kesê ku li kolan û cadeyên me digere, bi bîr bînin ku gelê Kurd bi hezaran sal in vî zimanî dipeyive, van alim, zana û nivîskaran di vî zimanî de mîrasên zanîn û şehrezayiyê ji me re hiştine.”

‘Me armanc kir ku em koka xwe di zimanên qedîm ên bajêr de kûr bikin’

Yaş diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin bi vekirina Midûriyeta Parastin û Pêşxistina Ziman, armanc dike ku hem koka xwe di Kurdî û hem jî di zimanên qedîm ên bajêr de kûr bike û destnîşan kir ku di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de, wan xwestiye li her quncikê bajêr bi rêya xwendin û hunerê pirzimanî û pirçandîbûnê derxînin pêş.

‘Me bal kişand ser nirxên zimanê Kurdî’

Yaş got, “Me bi xizmeta Alo Kurdî, bi xemilandina kolan û meydanan, bi etîketkirina navên sebze û fêkiyan bi Kurdî li marketan, bi nivîsandina gotinên alimên xwe li ser plaketan xwest balê bibine ser nirxên zimanê Kurdî” û wiha domand: “Hinek kesan bawer nekir ku gotinên alim û zanayên me li ser peyarêyan hatine nivîsandin. Ji ber rêzgirtina gelê me ya ji bo ziman û berhemên xwe em serbilind û şanaz in. Bêguman van kesan nirxê zimanê Kurdî bilind kirin û ji aliyê me ve pir bi qîmet in. Ji ber vê yekê me xwest bajarê xwe bi helbestên wan bixemilînin.”

‘Em dixwazin her kes têkiliyê deyne’

Yaş destnîşan kir ku rexne û daxwazên gel ji bo wan bi qîmet û rêber in û wiha got: “Em jî dixwazin her kesê ku lingê xwe datîne ser van axên pîroz, bibe parçeyek ji van axan, bi zanînê li ser piyan bimîne, li binê lingên xwe binêre, wan nivîsan hîn bibe, bi dîrok, çand, ziman û ezmûnên vî welatî re têkiliyê deyne.”

‘Di bîra civakî de cihekî girîng ê vê mîrateyê heye’

Yaş diyar kir ku armanca cejna ziman pêşxistina jêhatîbûnên xwendin û nivîsandina bi Kurdî ye û wiha axivî: “Ji ber vê yekê me xwest ku em rewşenbîr, alim, zana û helbestvanên Kurd ên wekî Baba Tahir Uryan bi bîr bînin. Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Hacî Qadirê Koyî, Şêx Abdurehman Axtepî û yên din, ji ber ku bi gotin, zanîn û berhemên xwe zimanekî dewlemend ji me re hiştine, têne bibîranîn. Me biryar da ku em ji birayên xwe yên ciwan re, zarokên xwe re, her kesê ku li kolan û cadeyên me digere, bi bîr bînin ku gelê Kurd bi hezaran sal in vî zimanî dipeyive, van alim, zana û nivîskaran di vî zimanî de mîrasên zanîn û şehrezayiyê ji me re hiştine. Di bîra civakî de cihekî girîng ê vî mîrasî heye. Wekî Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî, em ê ji bo xurtkirina bîra civakî hewl bidin.”

‘Xebat ji bo zimanê Kurdî gelekî bi qîmet e’

Parêzer Mehmet Işik, neviyê Şêx Abdurrahman Aktepî ku beşdarî daxuyaniyê bû, diyar kir ku xebata şaredariyê ji bo zindîhiştina zimanê Kurdî gelekî girîng û bi qîmet e. Işik Şaredariya Bajarê Mezin teqdîr kir û spasiya wê kir ku hestiyariyên gel li ber çavan girtiye.

‘Em ê xebatên xwe bidomînin’

Midûrê Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman a Serokatiya Daîreya Çandê û Karûbarên Civakî Tahir Baykuşak jî diyar kir ku xebatên wan tenê bi peyarêyan sînordar nînin û ew ê gotin û beytên edebiyatvanên Kurdî li kolanan, li qadên hêşîn ên derdora sûr û parkan binivîsin.

 

Image Gallery