Zarokên beşdarî bernameyên gerê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bûn, Şikeftên Hîlarê li cihê xwe dîtin û derbarê çand û dîrokê de agahî wergirtin.
Bernameyên gerên çandî yên Midûriyeta Şaxa Zarokan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi hevkariya şaredariyên navçeyan ji bo zarokên di navbera 9-14 salî de tê lidarxistin, didomin. Bi bernameyê armanc ew e ku zarok cihên dîrokî û çandî yên bajêr li cihê xwe bibînin û nas bikin.
Di çarçoveya çalakiyê de zarok bi otobusên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi pêşengiya perwerdekaran ber bi qadên ku dê bên ziyaretkirin ve hatin birin. Di dema gerê de çente ku pêdiviyên bingehîn ên zarokan tê de cih digirin wek diyarî hatin dayîn.
Şikeftên Hîlarê hatin ziyaretkirin
Zarokên ku her hefte cihekî çandî yê cuda ziyaret dikin, vê hefteyê Şikeftên Hîlarê yên li navçeya Erxenî bûn. 65 zarokên ji navçeyên Farqîn û Pasûrê bi pêşengiya rehberên pispor şikeftan geriyan. Rehberan di derbarê dîroka şikeftan û girîngiya arkeolojîk a herêmê de agahî dan zarokan.
Zarokên ku bi hevalên xwe re kêfxweş bûn, di dawiya gerê de wêneyên bîranînê kişandin.
Bername bi pîknîka hatî lidarxistin bi dawî bû.