Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Silvan Aslanspor bi 3-1 têk bir û di Play-Offê de derket nîvfînalê, Tîma Futbolê ya Mêran a DBB jî di maça ku ji bo derketina Lîga Balê lîstibû de Surspor bi 2-1 têk bir.
Tîmên futbolê yên jinan û mêran ên di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Genç û Sporê de hatine avakirin, serkeftinên xwe didomînin. Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku bi armanca derketina ji Lîga 3. a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) dest bi maçên Play-Offê kir, li Stadyuma Navçeya Bismilê bi Silvan Aslanspor re hat hemberî hev. Tîma Futbolê ya Jinan a DBB ku li qadê li hemberî reqîbê xwe lîstikeke bi bandor nîşan da, ji qadê bi serkeftina 3-1 veqetiya. Tîma Futbolê ya Jinan ku bi vê encama çaryekfînala Play-Offê derket nîvfînalê, bêyî têkçûn rêya xwe didomîne.
Tîma Futbolê ya Mêran di komê de bû lîder
Tîma Futbolê ya Mêran a Super Amator a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî ji bo derketina Lîga BALê, di maça xwe ya yekem a Play-Offê ya ku 6 tîm tê de cih digirin de bi Sursporê re lîst. Tîma Futbolê ya Mêran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di hevdîtina li Tesîsên Sporê yên Şiltepe de reqîbê xwe bi skor 2-1 têk bir.
Tîma Futbolê ya Mêran a DBB ku bi vê encamê di komê de bû lîder, di maça xwe ya duyem de di 25ê Gulanê de dê bi Baglar Belediyesporê re bilîze.
Â