Bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Meydana Deriyê Çiyê dê "Hevdîtina Ked, Çand û Hunerê ya Jinên Amedê" were lidarxistin ku dê 3 rojan bidome.
Di pêşengiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê de, di navbera 23-24-25ê Gulanê de li Qada Deriyê Çiyê "Hevdîtina Ked, Çand û Hunerê ya Jinên Amedê" dê were organîzekirin. Di hevdîtina ku dê mazûvaniya ked, çand û hunera jinan bike de, armanc ew e ku hilberîna jinan a li bajêr, cihêrengiya çandî û hunerî were eşkerekirin.
Bernameya çalakiyê, bihesabkirina pirzimanî û avahiya çandî ya dewlemend a jinan, hatiye amadekirin. Di hevdîtina ku ji gelek jinan re bi berfirehî diaxive de, dê rêze çalakî werin lidarxistin.
Bi beşdariya Hevşaredaran dê vekirin bê kirin
Roja Înê ya 23ê Gulanê di saet 12.00an de bi beşdariya Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin û navçeyan dê vekirin bê kirin. Di navbera saet 14.00-16.00an de di pêşengiya Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Kayapinarê de Atolyeya Boyaxkirina Keviran; di navbera saet 16.00-18.00an de jî ji aliyê KASED (Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan) ve Atolyeya Kolajê dê were lidarxistin.
Di saet 19.00an de jî Koma Temûr a KASEDjinê, bi Eylul Nazlier dê konserek bide.
Atolyeya Boyaxkirina T-şîrtan
Roja Şemiyê ya 24ê Gulanê di navbera saet 14.00-16.00an de ji aliyê Kooperatîfa Jinan a Tohumê ve Atolyeya Boyaxkirina T-şîrtan; di navbera saet 16.00-18.00an de jî di pêşengiya Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Kayapinarê de Atolyeya Punchê dê were lidarxistin. Di saet 19.00an de jî Koma Muzîkê ya Jinan a KASEDjinê Dengbêj Hediye Kalkan dê konserek bide.
Pêşandana Koma Govendê
Roja Yekşemê ya 25ê Gulanê ku roja dawî ya çalakiyê ye, di navbera saet 14.00-16.00an de Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Sûrê, Atolyeya Gulên Hişkkirî di Çarçoveya Epoksiyê de; di navbera saet 16.00-18.00an de jî Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Yenişehirê, Atolyeya Mûman dê li dar bixe. Çalakî dê di saet 19.00an de bi Pêşandana Koma Govendê ya KASEDjinê bi dawî bibe.
Hemû atolye ji bo jinan in û beşdarbûn belaş e.