Print this page

Di 5 rojan de hezar û 43 xwendekaran perwerdeya trafîkê girt

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di navbera 12-16'ê Gulanê de, ji 19 dibistanan hezar û 43 xwendekaran perwerdehiya trafîkê ya teorîk û pratîk da.

Serokatiya Daîreya Zabitayê, li Parka Perwerdehiya Trafîkê, ji bo zarokan bernameyên perwerdehiyê yên li ser mijarên bingehîn ên trafîkê li dar dixe.

Di çarçoveya bernameya ku bi hevkariya Serokatiya Daîreya Zabitayê û Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr hatiye amadekirin de, di navbera 12-16'ê Gulanê de ji 19 dibistanan hezar û 43 xwendekaran perwerdehiya bingehîn a trafîkê hat dayîn.

Li Parka Perwerdehiya Trafîkê, xwendekarên baxçeyê zarokan û dibistana seretayî, der barê mijarên bingehîn ên trafîkê de perwerdehiya teorîk û pratîk dîtin.

Di perwerdehiyan de, mijarên girîng ên wekî divê zarok wek rêwî û peya bala xwe bidin ser çi, roniyên trafîkê, bikaranîna pireyên jorîn bi bikaranîna roniyên trafîkê yên mînyatûr û pira jorîn hatin hînkirin.

Her wiha ji bo balê bikşînin ser girîngiya bikaranîna kembera ewlehiyê, bi wesayîta sîmulasyona kembera ewlehiyê perwerdehiyên pratîkî jî hatin kirin.

Di dirêjahiya perwerdehiyan de, xwendekar bi servîsan ji dibistanên xwe anîn parkê, piştî ku bi alîkariya personelên pispor perwerdehiya xwe qedandin, bi îkram û diyarî vegerandin dibistanên xwe.

 

Image Gallery