Print this page

Xebat ji bo berhemanîna belalûk û aronyayê dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo berfirehkirina berhemanîna aronyayê û şemamokên dehle/belalûlan, ku ji aliyê zanistî ve gelek feydeyên wan ên ji bo tenduristiyê hatine îsbatkirin û di warê aborî de nirxeke mezin didin, dest bi xebatê kir.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, ji bo berhemanîna aronya, belalûk û murtê, ku Wezareta Çandinî û Daristanan di sala 2020an de xistiye beşa nebatên aromatîk û dest bi piştgiriyê kiriye, dest bi xebatê kir.

Li bajêr cara yekem dê bên berhemanîn

Belalûk, aronya û murt (hambeles) ku li cîhanê xwedî para bazarê ya nêzî 3 milyar dolaran in, di salên dawî de berhemanîna wan girîng zêde bûye û xwedî taybetmendiyên antîoksîdanên dewlemend in, bi xebata ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ve tê kirin, cara yekem li bajêr hatin çandin.

Nebat dê li nav guldanan bên xwedîkirin

Midûriyeta Şaxa Fidanlik û Daristankirinê, di gava pêşî de 3 cûre bi tevahî 50 şemamokên dehlê yên cinsên blueberry, chandler û duke, 2 cûre 50 heb aronya yên cinsên amit berry û nero berry û 50 heb nebatên murtê kirîn û dê wan di guldanan de berhem bîne.

Xebatên berhemanînê dest pê kir

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, ji ber ku xwedîkirina wan taybet e, ji bo aronyayê harmanek normal, ji bo şemamokên dehlê jî tevliheviya perlît, torf û kerîk amade kir û nebat xistin guldanan.

Nebatên ku bi navbera mêtrekê di guldanan de hatin bicihkirin, ji bo ku giyayên bejî neyên pêşîn, li erdê perdeya bingehîn a çandiniyê hat raxistin. Nebatên ku dê bi avdana dilopî ya otomatîk bên xwedîkirin, di demên pêş de dê bi toran bên nixumandin û li gorî şert û mercên avhewa û rojê bên parastin.

Dê karkirina jinan bingeh bê girtin

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, dê li Şefîtiya Fidanlika Diclekentê xebatên perwerdehiyê yên wek lênihêrîna nebatan, kesixandin, zibildan, avdan û berhemanîn pêk bîne da ku jin ji vê projeyê sûd werbigrin. Di rewşa ku armancên projeyê pêk bên de, dê karkirina jinan bingeh bê girtin.

Ev fêkiyên ku dê ji aliyê jinan ve bên berhemanîn, dê di warên wek mermelad, sîrke, şerab, fêkiyên ter, fêkiyên hişk, derman û pîşesaziya xwarinê de bên nirxandin.

Di rewşa ku ji projeyê encam bê wergirtin de, dê xebat bi yekîneyên ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de çalakiyan dimeşînin re bê hevparkirin.

 

Image Gallery