Print this page

Çalakiya dawiya salê ya Zarokistanê

Di çalakiya dawiya salê ya Zarokistan Kreş û Baxçeyê Rojê ya Bagcilarê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin de, bal kişandin ser girîngiya zimanê dayikê.

Çalakî ji bo zarokên ku li Zarokistan Kreş û Baxçeyê Rojê yê Bagcilarê, ku di bin banê Midûriyeta Şaxa Zarokan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de ye, perwerdehiyê dibînin, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hate lidarxistin. Endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û gelek malbat tevlî vê çalakiyê bûn. Zarokên bi kincên rengîn derketin ser dikê, stranên hezkirî bi perwerdekaran û malbatên xwe re gotin. Di çalakiyê de kêliyên coşdar hatin borandin.

Di bernameyê de Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan axivî û bal kişand ser berpirsiyariya civakî ya ji bo zindîkirina Kurdî û got, "Ji bo siberoja ziman divê em li malên xwe Kurdî biaxivin. Ji bo pêşxistina ziman, erka mezin dikeve ser milê malbatan." Ceylan tekez kir ku zarokistan di fêrbûna zimanê dayikê de roleke girîng dilîzin û spasiya hemû perwerdekarên ku li kreşan dixebitin kir.

Di çalakiyê de her wiha sînevîzyonek jî hat nîşandan ku tê de kar û xebatên di nava salê de hatine kirin hatin pêşkêşkirin. Bername piştî pêşandanên ku ji aliyê zarokan ve hatin amadekirin bi dawî bû.

 

Image Gallery