Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî şeva piştevaniyê ya Federasyona Komeleyên Amedê yên Herêma Egeyê bûn.
Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku li Îzmîrê di nava temasên xwe de bûn, piştî serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Şaredariya Bayrakli, beşdarî şeva piştevaniyê ya ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Amedê yên Herêma Egeyê ve hatibû organîzekirin, bûn.
Bernameya ku li Fabrîkaya Gazê ya Dîrokî ya li navçeya Konakê hat lidarxistin, ligel Hevşaredaran, Waliyê Îzmîrê Suleyman Elban, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî beşdar bûn.
Di çalakiyê de, Hevşaredaran di axaftinên xwe de bal kişandin ser girîngiya piştevaniyê, dostaniyê, wekheviyê û aştiyê.
Şeva piştevaniyê, piştî axaftinan, guhdariya muzîkê û pêşandana lîstikên gelêrî yên herêmî yên Îzmîr û Amedê bi dawî bû.