Print this page

Konseya Bajêr a Amedê, Meclîsa Zarokan ava dike

Konseya Bajêr a Amedê, bi armanca piştgiriya tevlêbûna çalak a zarokan di jiyana bajêr de û veguherandina Amedê bo bajarekî hevalbendê zarokan, Meclîsa Zarokan ava dike.

Meclîsa Zarokan tê avakirin

Berî îlankirina damezrandina Meclîsa Zarokan ku di 25’ê Gulanê de pêk were, Lijneya Rêveber a Konseya Bajêr a Amedê li Navenda Çandê û Kongreyê ya Çand Amedê daxuyaniyek çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de, Sekretera Giştî ya Konseya Bajêr Selvî Tunç axivî û got, ewê Meclîsa Zarokan a Konseya Bajêr a Amedê ava bikin. Armanc ew e ku tevlêbûna çalak a zarokan di jiyana bajêr de were destekkirin, rê li ber wan vekirî be ku bibin mijara jiyana civakî û Amed bibe bajarekî dostê zarokan.

Meclîs dê di 25’ê Gulanê de bê îlankirin

Tunç anî ziman ku ewê Meclîsa Zarokan ava bikin da ku qadên azad, pirzimanî û demokratîk çêkin ku zarok bikarin xwe îfade bikin. Tunç destnîşan kir, "Tevlêbûna rasterast a zarokan di pêvajoyên biryargirtinê yên derbarê bajarê ku lê dijîn de, ne tenê pêwîstiyek mafê tevlêbûnê ye, lê di heman demê de li ser bingeha mafên zarokan, beşek ji civakek demokratîk a bêkêmasî ye. Civîna damezrandina Meclîsa Zarokan dê di 25’ê Gulana 2025’an de saet di 14.00’an de li Navenda Çand Amedê pêk were. Piştî civînê, agahiyên berfireh ên derbarê xebat, plana xebatê û rêbazên tevlêbûnê yên Meclîsa Zarokan de dê bi raya giştî re bêne parvekirin."

Tunç bal kişand ser wê yekê ku di Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Mafên Zarokan de "mafê tevlêbûnê" yê zarokan bi zelalî hatiye pênasekirin û wiha got: "Ev maf garantî dike ku zarok di civaka ku lê dijîn de xwedî mafê axaftinê bin, nêrînên wan bêne berçavgirtin û ew bi bandor beşdarî pêvajoyên biryargirtinê bibin. Di vê çarçoveyê de, Meclîsa Zarokan a ku dê were damezrandin, ne tenê platformek nûnertiyê ye; di heman demê de dê bibe avahiyek ku zarok bikarin tecrubeyên xwe, hewcedariyên xwe û pêşniyarên çareseriyê bînin ziman û xwedî hêza bandorkirina polîtîkayan bin."

‘Zarok dê rojevên xwe diyar bikin’

Tunç diyar kir ku li Amedê di gihîştina zarokan a qadên civakî, çandî û giştî de kêmasiyên cuda hene û wiha dewam kir: "Fonksiyonelnebûna park û navendên çandî, têra xwe pêşneketina mekanîzmayên şêwirmendî û tevlêbûna zarokan, kalîteya jiyana zarokên ku li bajêr dijîn neyînî bandor dike; qadên ku bikarin xwe îfade bikin sînordar dike. Di heman demê de, li Amedê ku xwedî avahiyeke pirçandî û pirzimanî ye, kêmasiya avahiyên demokratîk ên ku zarok bikarin xwe bi zimanê zikmakî îfade bikin jî berdewam dike. Rakirina van kêmasiyan ji bo ku bikarin bi bajêr re têkiliyeke xurt daynin gelek girîng e. Ji ber van sedeman, Meclîsa Zarokan a Konseya Bajêr a Amedê, ne tenê gaveke sembolîk e, di heman demê de îdîa dike ku gaveke avahîsaz û veguherîner e. Zarok dê bi rêya vê meclîsê rojevên xwe diyar bikin, beşdarî pêvajoyên biryargirtinê bibin û di rêveberiya bajêr de berpirsiyariyê bigirin ser xwe."

‘Dengê zarokan dê zêdetir bilind bibe’

Tunç dawiyê bang li hemû beşên civakê kir ku bibin şahid û piştgirî yên vê pêvajoya watedar û anî ziman ku bi rêya meclîsê dê dengê zarokan zêdetir bilind bibe.

Ji bo damezrandina Meclîsê ku dê di 25’ê Gulanê de li Çand Amedê were îlankirin, zarokên di navbera 9-15 salî de hatin vexwendin.

 

Image Gallery