Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi guherîna Rêziknameya Tarîfeyên Abonetiya Avê re, di xizmetên av û kanalîzasyonê de veguherîneke berfireh a îdarî, civakî û teknîkî da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de hem komên xizmetê ji nû ve hatin pênasekirin hem jî piştgiriya civakî ji bo welatiyên xwedî dahata kêm xistin bin ewlehiyeke sazûmanî.
Biryara Lijneya Giştî ya DÎSKÎ’yê ya derbarê guherîna "Rêziknameya Tarîfeyên Abonetiya Avê" de, ji aliyê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin ve hat qebûlkirin. Rêziknameya nû ku dê di 1'ê Hezîrana 2025'an de bikeve meriyetê, veguherîneke berfireh dihewîne ku gelek guherînên avahîsazî û mekanîzmayên piştgiriya civakî di xizmetên av û kanalîzasyonê de pêk tîne.
DÎSKÎ, bi Rêziknameya Tarîfeyên nû re, tarîfeyên avê bi sîstemeke avahîsazî ya dadmendiya civakî esas digire rojane kir, her wiha komên xizmetê ji nû ve pênase kir û piştgiriyên berfireh ji bo welatiyên xwedî dahata kêm xist meriyetê.
Guherînên avahîsazî û prensîba zelaliyê
Rêziknameya nû ne tenê tarîfeyan, di heman demê de tevahiya sîstemê ji cureyên abonetiya avê heya bikaranîna metreyê, ji bedelên xizmetê heya cezayan, pêvajoyeke guherîna giştî dide destpêkirin. Pênaseyên xizmet û bedelan ji bo her cureya abonetiyê ji nû ve hatin çêkirin. Ji bo aboneyên xanî, cihê kar, daîreya fermî, demkî û tevlihev tarîfeyên cuda hatin avakirin. Bi vî awayî DÎSKÎ armanc dike ku xizmetan li ser bingeheke lêçûnî ava bike û rêveberiyeke cemawerî ya ku bikaribe were kontrolkirin pêk bîne.
Tarîfeya taybet ji bo welatiyên ku alîkariya civakî digirin
Di çarçoveya rêziknameyê de, aboneyên xanî yên ku di bernameya alîkariya civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de qeydkirî ne û deynê wan ê avê tune be, dê mehane 18 metrekûpên ewil ên avê tenê bi 1 TL'yî bi kar bînin. Her wiha xizmetên kuka, vidanjor û wesayîtên kombîne jî dê ji bo van welatiyan belaş werin peydakirin. Ev sepan hem wekî piştgiriyek di têkoşîna li dijî krîza aborî de hem jî wekî garantîkirina mafê jiyanê yê bingehîn di asta sazûmanî de tê nirxandin.
Piştgirî ji bo cihên îbadetê û mala şînan
Di rêziknameya nû de ji bo cihên îbadetê û saziyên perwerdehiya dînî jî rêziknameyên taybet hene. Ji camî, dêr, cemxane, qursên Quranê û cihên din ên îbadetê, bedelên xizmetên av û binesaziya teknîkî nayên stendin. Li malên şînan jî dê tarîfeya bi %50 daxistin were sepandin.
Tedbîrên li dijî bikaranîna avê ya qaçax û bêdestûr
Bi rêziknameyê re, pîvanên ji bo bikaranîna avê ya qaçax an bêdestûr hatin xurtkirin. Ji bo rewşên wekî bikaranîna bêmetre, destwerdana li metreyê, rakirina metreyê an şikandina mohrê, cezayên îdarî yên zêde hatin danîn. Ev ceza armanc dikin ku çavkaniyên giştî biparêzin û bikaranîna avê ya adil misoger bikin.
Esasên teknîkî, qebûlên projeyê, metre û bedel zelal bûn
Rêziknameya nû, ji cureyên metreyan û şert û mercên guherînê bigire heya bedela keşfê ya xeta abonetiya avê û heqê xizmeta teknîkî, hemû esasên teknîkî ji nû ve pênase kir. Bedelên xizmetê dê li gorî analîzên Îller Bankasî û tariîeyên Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê werin hesibandin; di Tîrmeh û Çileyê de jî dê li gorî rêjeya TÛFE’yê werin rojanekirin.
Şerîfoglu: Ev ne tenê rêkxistineke buhayê ye
Derbarê guherîna rêziknameyê de Rêveberê Giştî yê DÎSKÎ Mehmet Şerîfoglu axivî û diyar kir ku ev rêzikname ne tenê guherîneke teknîkî ye ku zêdebûn an kêmkirina bihayê dihewîne, lê belê encama hewldaneke giştî ye ku têgihiştina xizmetên giştî ji nû ve pênase dike. Şerîfoglu wiha got: “Ev rêzikname, ku dilxwaziya me ya pêşkêşkirina xizmetên adil, gihîştî û domdar ji bo hemû welatiyên me nîşan dide, di heman demê de gava herî berçav a zelaliyê, kontrolkirinê û şaredariya civakî ye. Wekî rêveberiya herêmî em hay ji wê yekê ne ku ne tenê ji binesaziyê, di heman demê de ji mafê jiyanê, wekhevî û dadmendiya civakî jî berpirsiyar in. Ji ber vê yekê, ev rêziknameya ku bi taybetî komên dezavantaj bi pêş dixe, welatiyên li gundan dijîn diparêze û piştgiriyê dide navendên baweriyê, şaredariya civakî ji sozê derdixe û dike polîtîkayeke giştî ya rastîn. Her wiha ev nêzîkatî, di heman demê de ku kalîteya xizmetê li tevahiya bajêr bilind dike, têgihiştineke rêveberiya giştî ya ku maf û hewcedariyên welatiyên xwedî şert û mercên jiyanê yên cuda diparêze jî sazûmanî dike.”