Di çarçoveya "Jivana Jinên Amedê ya Ked, Çand û Hunerê" de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû lidarxistin, Atolyeyên Kevir Boyaxkirin û Kolajê pêk hatin.
Jivana Jinên Amedê ya Ked, Çand û Hunerê, ku bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin û bi piştgiriya Meclîsa Jinan a Konseya Bajêr, şaredariyên navçeyan û rêxistinên civaka sivîl tê lidarxistin, li Meydana Deriyê Çiyê bi çalakiyên curbecur dewam dike. Di çarçoveya vê jivanê de, bi pêşengiya Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Kayapinarê, Atolyeya Kevir Boyaxkirinê hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî atolyeyê bûn, kevir bi rengên cihêreng rengizandin.
Armanc: Pira di navbera jinan de
Gunay Demîr ji Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Kayapinarê, derbarê Atolyeya Kevir Boyaxkirinê de axivî û diyar kir ku di vê jivana 3 rojan de wan wek Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Kayapinarê yekem atolyeya xwe li dar xistine. Demîr got, "Em îro li vir bi tevlîbûna jinan, bi kevir û qûtikên ku me ji xwezayê kom kirine, Atolyeya Kevir Boyaxkirinê li dar dixin. Armanca atolyeyê ew e ku jin bi hev re sohbet bikin, derdên xwe parve bikin û hestên xwe li ser keviran nîşan bidin. Jin wê bi bikaranîna rengên ku dixwazin û xêzkirina şeklên ku dixwazin tabloyekê çêkin û paşê wê tabloya hanê wek bîranînekê bibin malên xwe. Bi vî awayî em ê bi jinan re bikevin nava jiyana wan. Yek ji mezintirîn armancên van atolyeyan jî ev e. Li vir bi jinan re pirekê ava bikin, hestên hevpar çêbikin û bi van hestan re di pêşerojê de zêdetir berheman biafirînin."
"Em tiştên xweş derdixin holê"
Dîlan Korhan, yek ji jinên ku beşdarî Atolyeya Kevir Boyaxkirinê bû, diyar kir ku atolye pir kêfxweş û bikêr bû. Korhan wiha got: "Ez ji atolyeya dirûtinê hatim vir. Li wir dirûtina zarokan dikim. Niha beşdarî atolyeyê bûm. Me kevir boyax kirin. Pir kêfxweş û baş derbas dibe. Gelek çalakiyên me hene. Me kincên xwe çêkirin. Di vê çalakiyê de jî me wênenîgariyên xwe çêkirin. Ji kevirên ku me ji xwezayê girtine, bêyî ti mesrefê, bi boyaxên xwe û xeyalên xwe, em tiştên pir xweş derdixin holê."
Atolyeya Kolajê
Di çarçoveya bernameyê de, ji aliyê KASED (Komeleya Çand, Huner û Edebiyatê ya Jinan) ve Atolyeya Kolajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de, bi rêberiya mamosteyan, mezinan û zarokan hunerên xwe nîşan dan û demeke xweş derbas kirin.