Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi hunermendên erbaneyê yên ji Îranê re ku ji bo Atolyeya Dengê Defê hatine, hat gel hev. Hunermendan, defeke kevnar ji bo ku li Muzexaneya Amedê bê bicihkirin, teslîmî Hevseroka Şaredariyê Bucakê kir.
Hevseroka Şaredariyê Bucak, di çarçoveya Atolyeya Dengê Defê ya ku bi hevkariya Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî û Komeleya Huner û Jiyana Ekolojîk a Mordemê hatibû organîzekirin de, bi hunermendên erbaneyê yên ji Îranê hatin, li Qesra Îskenderpaşa hat gel hev. Di çalakiyê de, digel Hevseroka Şaredariyê Bucak, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, hevserokên şaredariyên navçeyan, Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş, hunermendên erbaneyê yên ji Îranê hatine û endamên meclîsê jî amade bûn.
Hevseroka Şaredariyê Bucak bi hunermendan re sohbet kir û derbarê xebatên wan de agahî girt.
Defa kevnar ji bo muzexaneyê teslîmî Hevşaredar Bucak hat kirin
Di çalakiyê de, hunermend Alîreza Xewsî, defa pir kevnar û ya ku di bin parastinê de bû, ji bo ku li Muzexaneya Amedê bê bicihkirin, teslîmî Hevseroka Şaredariyê Bucak kir.
Hevşaredar Bucak: "Em pir serbilindin ku ev def li vir dimîne"
Di çalakiyê de, Hevseroka Şaredariyê Bucak, kêfxweşiya xwe ya ji ber defa ku ji hunermend Alîreza Xewsî girt, anî ziman û got: "Ev çalakî ji bo Amedê, ji bo gelê Amedê pir girîng e, bi taybetî ji bo me pir taybet e. Îro, îşev hûn li vir in, em pir kêfxweş in. Keda we pir bi qîmet e. Destên we sax bin. Em pir serbilind in ku ev diyarî li vir dimîne. Zor spas."
Xewsî: "Def wateya mezin îfade dike"
Hunermendê defê Alîreza Xewsî jî, bal kişand ser wê yekê ku def ji bo wî wateya mezin îfade dike û got: "Ev def pir kevn e. Ev def wekî hevalê herî nêzîk ê bavê min bûye. Her dem bi wî re bûye. Li ser daxwaza Şoreş Namlû, me xwest em vê bidin Muzexaneya Amedê. Bi taybetî ji bo ku di navbera kesên Soranîaxêv û Kurmancîaxêvan de girêdanek çêbibe. Civaka me jî jê sûd werbigire. Wekî ku tê zanîn, def ji bo wan amûrek pîroz, bo malbatî taybet e, armanca me ew e ku ev nirx ji bo bajarê Amedê were diyarîkirin. Muzexaneya Tehranê defa min û eşyayên min xwestin lê min nedanê, min xwest ez diyarî Muzexaneya Amedê bikim."
Çalakî bi performansa zindî bi dawî bû.