Bi sedan kes meşiyan kela Kefrûnê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi tevlîbûna Hevşaredar Dogan Hatun û 345 welatiyan, bi dirûşma "Xwe di Xwezayê de Bibîne" meşeke xwezayê ber bi Kela Kefrûnê ya li navçeya Pasûrê ve organîze kir.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, ji bo ku ciwanan derxe nav xwezayê, hişmendiyeke ekolojîk biafirîne û cihên dîrokî û xwezayî bide keşfkirin, meşeke xwezayê ber bi Kela Kefrûnê ya li navçeya Pasûrê ve organîze kir.

Di meşa xwezayê ya bi dirûşma "Xwe di Xwezayê de Bibîne" de, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun digel Hevserokê Şaredariya Pasûrê Murat Îpek, serokên daîreyan, endamên meclîsê û gelek hezkiriyên xwezayê beşdar bûn.

345 welatî beşdar bûn

345 welatiyên ku ji bo meşa xwezayê serî li Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê dabûn, serê sibê li Sumerparkê civiyan û bi wesayîtên Şaredariya Bajarê Mezin ber bi Kela Kefrûnê ya li navçeya Pasûrê ve çûn. Di çalakiyê de tîmên Şaredariya Bajarê Mezin tîşort û şepqe li welatiyan belav kirin. Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Pasûrê, herwiha xwarin û vexwarin pêşkêşî hezkiriyên xwezayê kirin.

Hevşaredar Hatun û welatiyan, meşa xwezayê ji peyarêkê dest pê kirin û bi çûn û hatinê ve di geliyê çem û herêma çiyayî de bi giştî 18 kîlometre rê qeter kirin.

Paqijiya hawîrdorê hat kirin

Hevşaredar Hatun û welatiyan, piştî ku demekê di xwezayê de bêhna xwe dan, ji bo ku hişmendiyeke civakî biafirînin, hem li ser rêyên ku derbas bûn û hem jî li cihên ku bêhna xwe dan, paqijiya hawîrdorê kirin.

Welatiyên ku beşdarî meşa xwezayê bûn, kêfxweşiya xwe ji çalakiyê anîn ziman û daxwaz kirin ku çalakiyên bi vî rengî bidomin.

"Meşeke xweş bû"

Sadiye Yavuz, yek ji hezkiriyên xwezayê, anî ziman ku ew cara yekem e beşdarî meşa xwezayê dibe û got: "Hatina me hêja bû, em pir kêfxweş bûn. Meşeke xweş bû. Em spasiya hevserokên şaredariya xwe û hemû rêveberiya me dikin ku bernameyeke bi vî rengî organîze kirin."

Şahîle Gulen jî wiha got: "Meş pir xweş bû. Me hinek zehmetî kişand, lê pir xweş bû. Gelek spas ji hevserokên şaredariyê re. Xwedê ji wan razî be ji bo tiştên ku li vir belav kirin."

"Di rêya meşê de me bi bedewiya xwezayê re hevdu kir"

Hevjînên Eylem Dindaroglu Kiliç û Ugur Kiliç yên ku ji Elmanyayê hatine ji bo betlaneyê, anîn ziman ku ew çiyagerên profesyonel in lê bi ti klûbekê ve girêdayî nînin û destnîşan kirin ku rêya meşê pir dijwar û pir xweş bû. Hevjînên Kiliç, tekez kirin ku wan di rêya meşê de bi bedewiya xwezayê re hevdu kirine û kanyon dîtine, diyar kirin ku ew cara yekem e wek komek mezin meşa xwezayê dikin, hemû hewcedariyên wan hatine peydakirin û ji rêxistinê hez kirine.

"Bila gelê me bê bibîne"

Welatî Sait Kaya jî anî ziman ku ew ji Amedê bi hevalên xwe re beşdarî vê meşê bûye û got: "Ez gerok im, ez her dem çiyageriyê dikim. Ez spasiya Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Pasûrê dikim ji bo vê rêxistinê. Em her dem dixwazin ku rêxistinên bi vî rengî bên kirin. Bila gelê me bê bibîne, em pir kêfxweş bûn."

Hevşaredar Hatun serdana Şaredariya Pasûrê kir

Piştî meşa xwezayê, Hevşaredar Dogan Hatun serdana Şaredariya Pasûrê kir. Ciwanan, ji bo piştgiriya wî ya di çalakiyê de kulîlk pêşkêşî Hevşaredar Hatun kirin.

 

Image Gallery