Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, diyar kirin ku ew di mijara aştiyê de hêvîdar in û gotin: “Barê me giran e, berpirsiyariya me mezin e lê em ê xebatên xwe zêdetir bilind bikin.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Civîna Navdemê ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk li dar xist. Civîn li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk hat. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskin Bayındir, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yên qeyûm li cihê wan hatibûn tayînkirin Devrim Demir û Ahmet Turk, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û hevserokên şaredariyan beşdarî vê civînê bûn.
Hevşaredar Hatun: Hêviya xwe mezin kir
Di vekirina civînê de Hevşaredar Dogan Hatun axivî, beşdar silav kirin û anî ziman ku salek li pey xwe hiştine û serkeftina wan a herî mezin ew e ku her dem hêviya xwe mezin kirine. Hevşaredar Hatun diyar kir ku ew hem di mijara xizmeta gel de hem jî di mijara aştiyê de hêvîdar in û got: “Dema em vê hêviyê di dilê xwe de mezin bikin, ez hêvî dikim serkeftin dê ya me hemûyan be. Em ê dirêj bipeyivin û kêmasiyên xwe bi hev re çareser bikin.”
Hevşaredar Bucak: Nirxandin dê fêmkirina Şaredariya me xurt bikin
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî anî ziman ku wan civîna desteya rêveberiyên herêmî li dar xistine û got: “Du rojan em ê bi hevserokên xwe, hevberdevkên xwe û Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê re salekê binirxînin. Van nirxandinan dê fêmkirina şaredariya me ya demokratîk, civakparêz, jin-azadîxwaz û ekolojîk hem xurt bike hem jî em ê nîqaşên ku bi berfirehî bigirin, bi hev re bimeşînin.”
'Barê me giran e, berpirsiyariya me mezin e'
Hevşaredar Bucak bi bîr xist ku fêmkirina wan a şaredariyê ya gelparêz ji salên 1979'an, ji Terzî Fikrîyan, Edîp Solmazan û ji mîrasa 3 hevalên wan ên meclîsê yên jin ên li Hîlwanê heta îro hatiye û wiha axivî: “Tam di vê pêvajoya ku em tê re derbas dibin, di vê pêvajoya ku em aştî û demokrasiya civakî diaxivin de; bê guman em dizanin ku berpirsiyariyên li ser me zêdetir bûne. Em dikevin pêvajoyeke ku em ê desthilatdariyên herêman xurt bikin û zêdetir bi civakê re werin cem hev û gel bikin navenda avakirina aştiyê. Barê me giran e, berpirsiyariya me mezin e lê em ê xebatên xwe zêdetir bilind bikin. Ez serkeftinê ji we hemûyan re dixwazim û dixwazim nîqaşên hêja bên cîbicîkirin.”
'Hiqûqa biratiyê, hiqûqa wekheviyê ye'
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî anî ziman ku hiqûqa biratiyê, hiqûqa wekheviyê ye û got: “Peymana civakî ya nû, Tirkiyeyeke xurt e ku li ser hiqûqa wekhevî û biratiyê mezin dibe, xurt dibe û bi hev re heye. Rêveberiyên herêmî tam di navenda vê hiqûqa biratiyê û peymana civakî ya nû de ne. Têkiliyên Kurd-Tirk bi rastî jî dê ji vê zemîna herêmî derkevin û mezin bibin. Zemîna herêmî dê bibe yek ji nîşaneyên herî girîng ên ku desthilatdarî çiqasî bi samîmî nêzî vê meseleyê dibe.”
Civîna Navdemê ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk, piştî pêşandana sînevîzyonê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.