Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi têkbirina Dortyol Belediyesporê derket fînalê. Ger tîma DBBê di fînalê de tîma Futbolê ya Jinan a Sêwregê têk bibe, wê derkeve Lîga 2yemîn.
Tîmên futbolê yên jin û mêr ên ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanî û Werzîşê de xebatan dimeşînin, bi serkeftinên xwe balê dikişînin. Tîma Futbolê ya Jinan a DBBê, ku ji bo derketina Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) di pêşbirkên Play-Offê de cih girt, di tûra 3yemîn de li Stadyuma Altinşehir a Adiyamanê bi nûnerê Hatayê Dortyol Belediyesporê re rû bi rû bû.
Tîma Futbolê ya Jinan a DBBê, ku performanseke bilind nîşan da û bi serkeftineke 5-2 ji qadê veqetiya û derket fînalê, wê di fînalê de bi Tîma Futbolê ya Jinan a Sêwregê re bilîze.
Tîma Futbolê ya Mêran lîdertiya xwe domand
Herweha Tîma Futbolê ya Mêran a DBBê, ku ji bo derketina Lîga BALê têdikoşe, bi gavên ewle di rêya xwe de didome. Di maça duyemîn a grûba Play-Offê ya ji 6 tîman de, tîmê li Tesîsên Werzîşê yên Seyrantepe Şilbe bi Baglar Belediyesporê re lîst û ji qadê bi serkeftineke 3-2 veqetiya. Tîma DBBê, ku serkeftina xwe ya duyemîn bi dest xist, di lîdertiya komê de cihê xwe parast.
Â