Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku jin di jiyana bajarî de bi awayekî wekhev, ewle û bi bandor cih bigirin, beşdarî "Projeya Bajarên Jin-Dost III" bû. Di çarçoveya projeyê de bi pêşengiya Hevşaredar Serra Bucak, di navbera Şaredariya Bajarê Mezin û Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) de protokola hevkariyê hat îmzekirin.
Ev proje, ku bi piştgiriya aborî ya Yekîtiya Ewropayê (YE), bi hevkariya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) û bi cîbicîkirina Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) tê meşandin, dê koordînasyona wê ya herêmî ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve bê meşandin.
Protokol Hat Îmzekirin
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, di çarçoveya projeyê de protokola hevkariya dualî ya di navbera Şaredariya Bajarê Mezin û TBB’ê de îmze kir. Bi vê projeyê armanc tê kirin ku jin bi awayekî wekhev beşdarî hemû xizmet û mekanîzmayên biryardayînê yên li bajêr bibin.
Gihîştina Wekhev a Jinan ji Qadên Jiyanê re
Armanca sereke ya bernameyê ev e: li ser bingeha wekheviya zayendî, di gelek qadan de, ji plansaziya bajêr heya pêşkêşkirina xizmetan, veguherîna jin-navendî piştgirî bike. Dê jin di her qadê de, ji jiyana civakî heya îstîhdamê, ji tenduristiyê heya veguhestinê, di jiyaneke bajarî ya li ser mafan û berfireh de cih bigirin.
Di vê çarçoveyê de, 25 şaredariyên pîlot, di nav de Amed jî heyî, dê bibin pêşengên wekheviya zayendî di asta herêmî de li Tirkiyeyê û bajarên jin-dost ava bikin.
Nexşerêya 3 Salan
Bernameya sê-salî, dê rê bide rêveberiyên herêmî ku polîtîkayên ku ezmûnên jiyanî û hewcedariyên jinan esas digirin, pêş bixin. Ji bo bajarên ku tê de nûnertiya çalak a jinan tê dabînkirin, dê modelên beşdarî di plansazî, budçesazî û pêvajoyên rêveberiyê de bêne bipêşxistin.
Di nava şaredariyan de dê yekeyên wekheviya herêmî, meclis û komîsyon bêne avakirin an jî bihêztir bibin. Parastin û pêşxistina mafên jinan dê bibe yek ji xalên sereke yên xebatên şaredariyê.
Hevkariya Xurt bi Civaka Sivîl re
Wek hêmaneke bihêz a veguherîna jin-navendî, rêxistinên civaka sivîl dê bibin payzvanên çalak ên bernameyê. Rêxistinên Civaka Sivîl (STK), bi taybetî di gihîştina komên qels, sêwirana xizmetê û pêvajoyên cîbicîkirinê de, rasterast bi şaredariyan re bixebitin û dê di pêşxistina polîtîkayên herêmî yên wekhevîxwaz de alîkariyê bikin. Ev nêzîkatî dê rê bide şaredariyan ku perspektîfa wekheviya jin û mêran bi avahiyek domdar û sazî ve bigihînin.
Bajarê Jin-Dost Çi Ye?
Bajarê jin-dost bajarek e ku gihîştina wekhev a jinan ji tenduristî, perwerde, îstîhdam, xizmetên civakî, veguhestin û xanî mîna xizmetên bajarî û mekanîzmayên parastina li dijî şîdetê dabîn dike, û tê de jin di rêveberiyên herêmî de xwedî gotin in. Di van bajaran de jin, bi mêran re di her warê jiyana bajarî de bi awayekî wekhev cih digirin û ji derfetên bajêr bi awayekî wekhev sûd werdigirin.
Şaredariyên din ên ku ji bo Bernameya KDK III hatine hilbijartin ev in: Adana, Adiyaman, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesir, Bursa, Denizli, Edirne, Erzurum, Eskişehir, Giresun, Stenbol, Îzmîr, Qers, Meletî, Manîsa, Mersîn, Mugla, Nevşehir, Nîgde, Ordu, Şanliurfa, Tekirdax.