Print this page

Kursiyerên astengdar berhemên xwe pêşan dan

Kursiyerên astengdar ên ku li Navenda Jiyana Hevbeş a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê perwerdehiyê dibînin, berhemên xwe yên destan ên ku di dirêjahiya salê de çêkirine, pêşan dan û guhdariyek muzîkê pêk anîn.

Bernameya ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Astengdaran a girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran ve bi hevkariya Navenda Perwerdehiya Gel di çarçoveya hefteya Fêrbûna Temamiya Jiyanê de hatibû lidarxistin, li Park Orman a navçeya Kayapınarê pêk hat. Di vê pêşangehê de berhemên destan ên kursiyerên bi sendroma down, otîstîk û astengdarên zihniyetî yên ku li navendê perwerde dîtine, hatin pêşandan.

Di bernameyê de, Serokê Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran Îsmaîl Değirmenci, rêveberên Midûriyeta Şaxa Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr û malbat jî amade bûn. Kursiyerên astengdar kêfxweşiya pêşandana berhemên xwe yên destan, yên ku wan di dema perwerdehiya xwe de çêkiribûn, jiyan. Her wiha bi guhdariya muzîka koroya pir-dengî ya ku ji aliyê Atolyeya Muzîkê ve hatibû amadekirin, beşdaran demên xweş derbas kirin.

'360 Xwendekarên Astengdar Yên Qeydkirî Hene'

Midûrê Şaxa Astengdaran Emîn Baran, di axaftina xwe de li ser xebatên navendê agahî da û got: “Li navenda me ya jiyanê 360 xwendekarên me yên astengdar ên qeydkirî hene. Rojane bi qasî 45 xwendekarên me bi awayekî tam rojî ji vir sûd werdigirin. Sibehê em wan bi servîsan digirin. Li vir perwerdehiyên me yên piştgirî hene. Xebatên me yên atolyeyan hene; wek hunerên destan, muzîk, spor. Îro me di çarçoveya hefteya Fêrbûna Temamiya Jiyanê de çalakiyek li dar xist. Me pêşangeha berhemên ku di atolyeyên me de hatine hilberandin çêkir û her wiha pêşkêşiyek muzîkê ya koroyê, ya ku mamosteyên me yên muzîkê bi xwendekarên xwe re ava kiribûn, pêk hat."

 

Image Gallery