Print this page

Kolana Emekê tê nûkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Rezan (Baglar) dest bi xebatên asfaltkirina Kolana Emekê kir.

Serokatiya Daîreya Koordînasyona Binesaziyê û Lênêrîna Rêyan, ji bo ku veguhastin li seranserê bajêr ewletir û rehettir bibe, xebatên xwe didomîne. Tîmên ku li bajêr karên binesaziyê, dagirtin, stabîlîzekirin û asfaltkirinê pêk tînin û pirsgirêkên veguhastinê yên welatiyan çareser dikin, li kolanên sereke yên navçeya Baglarê dest bi xebatên danîna asfaltê kirin.

Tîmên ku rêyên di encama xebatên binesaziyê yên li Baglarê de zirar dîtine nû dikin, xebatên xwe yên asfalta germ ên ku di 25’ê Gulanê de li Kolana Emekê ya Rezanê dabûn destpêkirin, didomînin. Tîman hezar metre ji kolana 2 hezar û 40 metreyî asfalt kirine û plan dikin ku sibe xebatên li kolanê biqedînin.

Piştî ku xebatên asfaltkirinê biqedin, Kolana Emek dê ji bo xizmeta gel bê vekirin.

65 hezar ton asfalta germ tê danîn

Li Kolana Emekê a ku 2 hezar û 40 metre dirêj û 16 metre fireh e, dê 65 hezar ton tevliheviya asfalta germ a bîtûmî bê danîn û sererastkirina borduran bê kirin.

 

Image Gallery