Print this page

Li Amedê kursa destpêkê ya Dibistanên Baxçeyê Daristanê hat lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo belavkirina hawîrdorên fêrbûna derveyî refê yên li ser xwezayê, Kursa Destpêkê ya Dibistanên Baxçeyê Daristanê li dar xist.

Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî, bi saziya perwerdehiyê ya Fînlandiyayê "Ez Di Xwezayê de Fêr Dibim" re ji bo belavkirina hawîrdorên fêrbûna derveyî refê yên li ser xwezayê dest bi xebatê kir. Di vê çarçoveyê de, li Baxçeyên Hevselê yên di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê de cih digirin û li Dibistana Avhewayê ya Agroekolojiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin, 2 rojan Kursa Destpêkê ya Dibistanên Baxçeyê Daristanê pêk hat.

Kursa ku perwerdehiya wê ji aliyê Ozan Aksünger ve hat dayîn û ji aliyê tîma "Ez Di Xwezayê de Fêr Dibim" ve hat rêvebirin; mamosteyên pêşdibistanê, mamosteyên refê û branşê, akademîsyen û kesên ku eleqeya wan bi perwerdehiya li ser xwezayê heye, beşdar bûn.

Yekem car li Amedê

Di kursa ku yekem car li Amedê hat lidarxistin de, prensîbên bingehîn ên dibistanên baxçeyê daristanê hatin danasîn. Di kursê de, ji bo ku zarok û mezin ji nû ve bi xwezayê re têkiliyê deynin, hem naverokên teorîk hem jî yên pratîkî hatin pêşkêşkirin. Di nav sernavên perwerdehiyê de mijarên wekî "Derfetên ku daristan wekî hawîrdora fêrbûna derveyî refê pêşkêş dike, mînakên navneteweyî yên dibistanên baxçeyê daristanê, rêveberiya rîskê, rola mezinan di hawîrdora fêrbûnê de, plansazkirina çalakiyan û belgekirinê" hebûn.

Modela ku ji aliyê perwerdekare Gaye Amus ve, bi lihevanîna li gorî şert û mercên Tirkiyeyê û avahiya çandî ve hat pêşxistin, armanc dike ku beşdaran ji bo xebata di hawîrdorên fêrbûna li ser xwezayê de baweriya pêwîst bi dest bixin.

Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Bêbermayî, wê piştgiriya perwerdehî û sepanên ku wê bibin alîkar ji bo mezinkirina nifşên ku bi xwezayê re têkiliyê datînin û hesasiyeta wan a avhewayê zêde ye, bidomîne.

 

Image Gallery