Print this page

Hemleya paqijiyê digel esnafan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi dirûşma "Ji bo Sûrek paqij em digel esnafê xwe dest didn destê hev" broşûrên destan belav kir û derbarê paqijî û avêtina çopê de agahî da esnafan.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, xebatên kampanyaya paqijiyê ya ku di 5'ê Hezîrana Roja Jîngeha Cîhanê ya sala 2024'an de bi dirûşma "Ez ji Amedê hez dikim, ez wê qirêj nakim" dabû destpêkirin, didomîne. Di çarçoveya xebatan de, tîman li ser Cadeya Gaziyê ya navçeya Sûr a dîrokî ya Amedê, broşûrên destan ên bi nivîsa "Ji bo Sûrek paqij em digel esnafê xwe dest bidin destê hev" li esnafan belav kirin û ew derbarê paqijî û avêtina çopê de agahdar kirin.

Hişyariya saeta çopê ji esnafan re

Di çarçoveya xebatên ji bo bajar bibe cihekî paqijtir û jiyanî de, tîman yek bi yek serdana esnafan kirin û di mijarên wekî "bi çopa xwe jîngehê qirêj neke, divê çop kîjan saetan û li ku derê bêne avêtin diyar e, ji bo Sûrek paqijtir çopê nerêjin derve" de hişyarî dan wan.

'Esnaf dê piştgiriyê bide kampanyaya paqijiyê'

Serokê Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê Îbrahim Yalçin, derbarê xebatan de agahî da û daxwaz kir ku esnaf piştgiriyê bide kampanyaya paqijiyê. Yalçin destnîşan kir ku ji bo Sûrek paqijtir û jiyanî, divê çop di saeta xwe de bên pakêtkirin û bavêjin konteynerên çopê.

'Em li vir in ji bo ku digel esnafê Sûrê xebateke hevpar bikin'

Yalçin diyar kir ku wekî Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, ew ê hemî hewl û xîreta xwe bidin ji bo ku paqijiya navçeya Sûrê digel esnafan ji nû ve ava bikin û got: "Di çarçoveya kampanyaya me ya 'Ez Ji Amedê Hez Dikim, Ez Wê Qirêj Nakim' ku me di 5'ê Hezîrana 2024'an de dabû destpêkirin, îro em li navçeya Sûrê ne, ku dilê Amedê ye, dilê me hemûyan e. Em li vir in ji bo ku avêtina çopê li navçeya Sûrê bi rêkûpêk bê kirin, di demên diyarkirî de li derve bê hiştin û ji bo ku digel esnafê Sûrê xebateke hevpar bikin. Dema ku çop di navbera saet 06.00 û 09.00 ê sibehê de, û di navbera saet 17.00 û 21.00 ê êvarê de li derve bê hiştin, dê bibe alîkar ji bo depokirina bi rêkûpêk a çopê."

 

Image Gallery