Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî merasîma danasîna Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê ya 3. bûn. Ev festîval dê di navbera 9-16'ê Mijdarê de bê lidarxistin. Wan bal kişand ser avakirina xetek têkoşer li dijî xebatên çand û hunerê yên di bin zextê de.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê ya 3., ku ji aliyê Yekîneya Sînemayê ya Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ve tê organîzekirin, piştî 8 salan ji nû ve di navbera 9-16'ê Mijdarê de derdikeve pêşberî sînemahezan. Lansmana festîvalê li Qesra Cemîlpaşa ya li navçeya Sûr a dîrokî hate lidarxistin. Di danasînê de Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, hevserokên şaredariyên navçeyan, serokên daîreyan, hunermend, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û sînemahez beşdar bûn.
'Kesên ku li atolyeyan digeriyan niha bûne sînemager'
Di axaftina vekirinê ya festîvalê de, behsa dîroka Festîvala Fîlman a Amedê hate kirin û ev tişt hatin gotin: “Di destpêka salên 2000’î de hevalên me hebûn ku bi kamerayên xwe li atolyeyan digeriyan. Ew mezin bûn, bûn sînemager, di qada neteweyî û navneteweyî de xelat bi dest xistin. Îro di nav kesên ku vê festîvalê organîze dikin de ew hevalên me jî hene.”
Piştî axaftina vekirinê, sînevîzyona ku li ser pêvajoya dîrokî ya festîvalê hatibû amadekirin, hate nîşandan.
'Em hem dixwazin ragihînin hem jî bibin hevpar'
Hevseroka Şaredariyê Serra Bucak, di lansmanê de axivî û diyar kir ku ew ji bo bîrxistina ku Amed bajarê huner û çandê ye, hatine cem hev. Bucak got, "Em dixwazin îro hem ragihandina Festîvala xwe ya Fîlman a Navneteweyî, ku em ê di 9-16'ê Mijdarê de li dar bixin, bikin, hem jî vê xebatê bikin hevpar. Amed bajarekî piralî û beşdar e, em dixwazin bi rêxistina xwe festîvaleke wiha li dar bixin ku di nav hefteyekê de ne tenê li navenda Amedê, lê belê li hemû navçeyên Amedê; hemû rêxistinên civaka sivîl, komeleyên me yên hunerê, dînamîkên bajêr tevlî bibin û piştgirî bidin, ji atolyeyan heta semîneran, ji hilbijartina fîlman heta hemû çalakiyên hunerî."
'Li hemberî amûra zextê xeteke din jî tê avakirin'
Hevseroka Şaredariyê Bucak destnîşan kir ku ew dixwazin hefteyekê li bajêr hewayeke şahiyê serdest bibe, hem bi fêrbûnê, hem bi temaşekirina fîlmên nû, hem jî bi axaftina sînemaya Kurdî, bingeha festîval û hevdîtinên nû deynin. Bucak wiha dirêjî axaftina xwe da: "Berhemên çand û hunerê îro rastî zexteke mezin a pergalê tên, çand û huner mixabin bûye amûreke kolonîzasyonê. Lê em dizanin ku ji amûra zextê û kolonîzasyonê re gelan û kesên berxwedêr xetek din ava kirine. Em dizanin ku damezrênerên vê xeta din kî ne. Di rêyên vê xetê de şopa Fîlma Rê ya Yilmaz Guney, şopên Xelîl; dîsa diyalogên Sirri Sureyya yên ku dikenin û didin fikirandin hene. Ev hemû rê û ronahiya me ye ku xeta me ya çand, huner û sînemayê destnîşan dike. Û ez dixwazim ji vir dubare bikim ku em ê ji vê ronahiyê veneqetin. Em dixwazin piştî salan, bi gotineke ji fîlmê Rê, bi 'Îcar dîsa Diyarbekir' bi dawî bikim. Îcar dîsa Diyarbekir, îcar dîsa Amed, îcar dîsa Festîvala Fîlman a Amedê li ber we ye."
Hevşaredar Hatun: Em ê xwedî li ziman û çanda xwe derkevin
Hevşaredar Dogan Hatun jî spasiya Yekîneya Sînemayê kir û bal kişand ser wê yekê ku li Diyarbekirê nêzî 10 sal in çand û hunera Kurdî gihîştiye asta tunebûnê. Hevşaredar Hatun got, "Ji dema hilbijartinê heta îro tiştekî ku ketiye ser zimanê me gotiye; heta dilopek xwîn di laşê me de biherike, em ê xwedî li ziman, çand û sînemaya xwe derkevin. Hevalên me yên 10 sal berê pêşengiya vî karî kirine û heta îro anîne, em spasiya wan dikin. Ji kesên ku di wan xebatan de ked dane, spasdariya xwe ya bêdawî pêşkêş dikim. Em hêvî dikin ku em ê deng û rengê xwe li hemû cîhanê belav bikin."
'Em spasiya şaredariya xwe dikin ku hêz dide me'
Piştî axaftinên hevşaredaran, Lisa Çalan li ser navê Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn axivî. Çalan anî ziman ku ew wek Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî heşt salan, bi slogana “Dinya bi çîrokan tê cem hev” bi coşeke mezin 3. Festîvala Fîlman a Amedê ji nû ve didin destpêkirin. Çalan got, "Festîvala me ya ku berê bi coşeke mezin du caran hatibû lidarxistin, ji ber rejîma qeyûm nikaribû rêya xwe bidomîne, lê niha em bi hêviyeke mezin rêwîtiya festîvalê didomînin. Di vê rêyê de em spasiya şaredariya xwe û hemûyan dikin ku hêz didin me."
Piştî axaftinan, bi konserta kemanê ya muzîsyen û bestekarê Kurd ê kemanê yê cîhanî Dilşad Saîd, çalakî bi dawî bû.
Hevşaredaran, ji endamên tîma Dilşad Saîd re formayên Amedsporê diyarî kirin.