Print this page

Tîma Futbolê ya Jinan a DBB di fînala Play-Offê de têk çû

Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), di fînala Play-Offê ya Lîga 3. ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de, bi encama 3-1 hemberî Siverek Îdman Yurdu têk çû û fersenda derketina Lîga 2. ji bo vê sezonê winda kir.

Tîma Futbolê ya Jinan a DBB, ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanî û Sporê de di Lîga 3. ya Jinan a TFF'ê de cih digirt, di seranserê sezonê de bi performansa xwe ya serkeftî bal kişand. Tîm, ku di sezona asayî de bê têkçûn bû şampiyon, di maçên Play-Offê de jî bê şikeste gihîşt fînalê.

Fînala Koma 4. ya Play-Offê ya Lîga 3. ya Jinan a TFF'ê li Enqereyê hat lîstin. Tîma Futbolê ya Jinan a DBB, ku li hemberî Siverek Îdman Yurdu derket qadê, nîvê yekem bi 1-1 wekhevî bi dawî kir, piştî ku herdu aliyan golek avêt. Di nîvê duyem de, Siverek Îdman Yurdu lîstikek hê bi bandortir nîşan da û bi 2 golên ku avêtin, Tîma Futbolê ya Jinan a DBB bi encama 3-1 têk bir. Tîma Futbolê ya Jinan a DBB, bi windakirina maçê bi encama 3-1, şansê derketina Lîga 2. ya Jinan ji bo vê sezonê winda kir. Siverek Îdman Yurdu, ku ji qadê serketî veqetiya, di koma xwe de bû şampiyon û derket Lîga 2.

Tîma DBB, dê di sezona 2025-2026an de jî di Lîga 3. ya TFF'ê de têkoşînê bidomîne. Tîma Futbolê ya Jinan a DBB, ku armanca xwe wekî derketina lîgên jorîn destnîşan kiriye, dê amadekariyên xwe yên ji bo sezona nû bidomîne.

 

Image Gallery