Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, li maça tîma futbolê ya mêran temaşe kir.
Tîma Futbolê ya Mêran ku di bin banê Midûriyeta Xizmetên Ciwanî û Werzîşê de xebatên xwe didomîne, di lîga herêmî ya amator (BAL) de di maçên Play-offê yên derketinê de serkêşiya xwe diparêze.
Tîma Futbolê ya Mêran a DBB, li Tesîsên Werzîşê yên Şîlbeyê bi Diyarbakir 639 Spor Kulûbû re hat cem hev û maç 0-0 bi dawî bû.
Di dawiya maçê de tîma futbolê ya mêran a DBB puanên xwe kir 10. Heke hefteya bê tîm li hemberî Diyarbakır Îdman Yurdu Spor Kulûbû bi ser bikeve, dê derkeve lîga BALê.
Hevşaredar Hatun li maçê temaşe kir
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun û Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren li qadê li maçê temaşe kirin.
Hatun û Eren bi lîstikvanan re hatin cem hev, ji ber performansa wan ew pîroz kirin û ji wan re di xebatên wan de serkeftin xwestin.
Midûrê Daîreya Xizmetên Ciwanî û Werzîşê Baran Yilmaz û endamên meclîsê jî bi Hevşaredar Hatun re bûn.