Piştî cejnê paqijî li goristanan hate kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber Cejna Qurbanê bi 120 kesan re li goristanan xebatên paqijiyê kir.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, xebatên paqijiyê yên ku beriya Cejna Qurbanê li goristanan dabû destpêkirin, piştî cejnê jî domand.

120 xebatkar, di nav de Serokê Daîreya Karûbarên Tenduristiyê Vahap Saçakli û rêveberên şaxan, li Goristana Yenîkoy, Peyas, Şehîdlix, Mardînkapi, Çiftehavuzlar, Alîpinar û Goristana Suryanîyan a Qedîm xebatên paqijiyê kirin.

Di çarçoveya xebatan de, tîman giyayên bejî yên li qada goristanan çirpandin, şaxên daran ên hişkbûyî jêkirin, rê paqij kirin û gilêş kom kirin.

Tîman, bermayiyên ku kom kiribûn bi wesayîtan veguhestin qada çopdankê.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30