Avahiyên terikandî yên Sûrê hatin dermanandin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li avahiyên terikandî yên li nav Sûrê, li dijî mar, dûpişk û haşeratên din, xebatên dermankirinê meşand.

Tîmên dermankirinê yên ser bi Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ve, li tevahiya bajêr xebatên xwe yên dermankirinê didomînin. Tîm, bêyî cudahiya dem û rojê, li taxên navend û gundan, li malên axî û şilî yên ku îhtimala dîtina haşeratên bi jehr zêde ye, dermanan lê dikin.

Li Sûrê xebatên dermankirinê 

Ji bilî dermankirinên ku di bernameyê de ne, daxwaz û giliyên ku digihîjin Xeta Alîkariyê ya Alo 153 jî tavilê tên bersivandin. Di vê çarçoveyê de, li ser daxwaza dermankirinê ya welatiyên ku li nav Sûrê rûdinin û bi riya Xeta Alîkariyê ya Alo 153 gilî kirine, tîmên dermankirinê ketin nav tevgerê.

Li avahiyên terikandî yên ku di gilî de hatibûn gotin, li dijî mar, dûpişk û mişkan derman hat reşandin û daxwaza welatiyan hat bicihanîn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30