Print this page

Hevşaredaran karên projeyên DÎSKÎyê venêrtin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li du qadên projeyê yên ku karên ava vexwarinê yên DÎSKÎ vedihewînin, lêkolîn kirin.

Hevserokên Şaredariyê Serra Bucak û Dogan Hatun, du projeyên cuda yên Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ku armanca wan zêdekirina rezervên avê ye, li cihê wan saxtî kirin.

Hevşaredaran, pêşî li Taxa Şilbe ya navçeya Yenîşehîrê Tesîsa Paqijkirina Paketê û Projeya Xeta Veguhastinê ya ku tê çêkirin, geriyan.

Hevşaredar Bucak û Hatun, ji rayedarên DÎSKÎ agahiyên teknîkî derbarê karên ku tên meşandin û qonaxa ku hatiye gel kirin, wergirtin û paşê derbasî Tesîsa Paqijkirina Ava Vexwarinê ya li navçeya Kayapinarê bûn.

Hevşaredaran, di çarçoveya projeya 25 bîrên sondajê yên ku li seranserê bajêr tên meşandin de, 5 bîrên ku li Tesîsa Paqijkirina Ava Vexwarinê hatine temamkirin, li cihê wan lêkolîn kirin û derbarê karan de agahî wergirtin.

Di dema lêkolînê de Rêveberê Giştî yê DÎSKÎ Mehmet Şerîfoglu û endamên meclîsê bi Hevşaredaran re bûn.

Rojane 34 hezar û 560 metrekup av dê bête paqijkirin

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ, bi veberhênana xwe ya mezin a 124 mîlyonî, armanc dike ku daxwaziya avê ya ku di mehên havînê de zêde dibe, dabîn bike, pêşî li qutbûnên li seranserê bajêr bigire û binesaziya heyî xurt bike. Projeya Tesîsa Paqijkirina Paketê û Xeta Veguhastinê ya ku li Taxa Şilbe ya navçeya Yenîşehîrê tê çêkirin, ku yek ji mezintirîn veberhênanên ava vexwarinê ye, dema ku biqede dê her saniye 400 lître, rojane jî 34 hezar û 560 metrekup ava vexwarinê paqij bike û bixe ber xizmeta welatiyan.

 

Image Gallery