Tesîsên Civakî yên Fîskaya bi rûyê xwe yê nû ve di xizmeta gel de ye

Şaredariya Bajarê Mezin, Tesîsên Civakî yên Fiskaya ku welatî ji wir Geliyê Dîcleyê û Baxçeyên Hevselê temaşe dikin, nûjen kir û dîsa xiste ber xizmeta gel.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Tesîsên Civakî yên Fiskaya ku yek ji qadên temaşekirina herî taybet ên bajêr e, nûjen kir û dîsa vekir. Ev tesîs, ku welatî dikarin Geliyê Dîcleyê, Sûlava Fîskaya û Baxçeyên Hevselê ji wir temaşe bikin, piştî pêvajoyeke berfireh a parastin û nûjenkirinê, xwedî dîmenekî nûjen bûye.

Li tesîsên civakî yên ku li navçeya Yenîşehirê ne û berî demekê hatibûn restorekirin, di gelek qadan de xebatên nûjenkirinê hatine kirin, ji binesaziyê bigire heta mobîlyayan, ji peyzajê bigire heta teraseya temaşekirinê. Di nav tesîsa ku xwedî qadeke berfireh e de, qadeke kompozîtdeck a 170 metrekareyî, teraseke cam a 60 metrekareyî, cihên bêhnvedanê, sûlav, kafe û teraseke temaşekirinê heye.

Di heman demê de dikare xizmetê bide 300 kesan

Tesîs, ku ji bo di heman demê de xizmetê bide 300 kesan hatiye sêwirandin, dê bi 15 xebatkarî xizmetguzariyê bike. Teraseya temaşekirinê ya ku dîmenek bêhempa pêşkêşî mêvanan dike, dê bêpere xizmetê bidomîne. Li kafeya di nav tesîsê de, xwarin û vexwarin bi bihayên maqûl ji welatiyan re têne pêşkêşkirin. Tesîsên Civakî yên Fîskaya, ku di navbera saet 09.00’an sibehê û 23.00’an şevê de vekirî ne, bi maseyên xwe yên nûjen, kursiyên xwe yên nû, tente û binesaziya xwe ya başkirî, dê wekî cihê bêhnvedanê yê rehet di ber xizmeta welatiyan de be.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30